Rûsiya hate ser xetê

Wezîrê derveyê Rûsyayê, Sêrgî Lavrov daxwaz kir bo çareserkirina arîşeyên Enqere, Dîmeşq û Kurd gotûbêjan bikin.

K24- Hewlêr

Wezîrê derveyê Rûsiyayê, Sêrgî Lavrov daxwaz kir bo çareserkirina arîşeyên Enqere, Dîmeşq û Kurd gotûbêjan bikin.

Evro, Çarşembîyê, di konfiranseke rojnamevanî de, Lavrov ragehand: Helwêsta me eve, Pêwîste ew arîşeyên hanê bihên çareserkirin bi rêya gotûbêjan di navbera desthelata navendîya Dîmeşqê û nwênerên Kurd, çunku Kurd xelkên resenên wî axî ne.

Herweha got: Hêvîdarîn Tirkiye xwe ji wan karan dûr bikie; ewên dibin sedema duristkirina astengan li pêşîya bidestvehînana çareserîya aştîyê li Suriyê.

Ev daxwaza lavrov, piştî wê yekê dihêt, ku di seredan xwe de bo Hewlêrê, serok Mesûd Barzanî daxwaz ji wezîrê derveya Rûsiyayê, Sêrgî Lavrov kir, Rûsiya bihêt ser xetê û hewla çareserkirina arîşeyan bide.