Li Efrînê teqînek bi riya motorsîklekê rû da

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, îro nîvro teqînek bi riya motorsîkleke bombekirî li kolana Siyasiyê ya Efrînê rû da.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji bajarê Efrînê ji K24ê re ragihand, îro nîvro teqînek bi riya motorsîkleke bombekirî li kolana Siyasiyê ya Efrînê rû da.

Li gor zanyriyên destpêkê, di encama teqînê de ti ziyanên canî nebûne, tenê hin ziyanên madî gihîştine avahiyên derdora cihê teqînê.

Çend roj in li Efrînê teqîn bi awayekî zêde rû didin. Çalakvanên Efrînê jî dibêjin, grûpên çekdar bi xwe wan teqînan dikin, ji bo rewşa ewlehiyê têk bidin û xelkê Efrînê neçar bibin ji bajêr derkevin û koçber bibin.

Şeva bûrî jî teqînek li nava Efrînê li nêzîk gulistana li tenişt dibistana Şeriyê rû dabû, lê ti ziyan jê derneketibûn.

Roja 20 vê mehê jî tombîlek li nava Efrînê li nêzîkî folka Maratê teqiya û çekdarek hat kuştin û ziyanên madî gihîştine xaniyên derdora cihê teqînê.

Jêderekî din jî ji K24ê re got: Hin teqîn jî ji encama nakokiyên di navbera çekdaran bi xwe de tên kirin û hevdu dikujin. Wek mînak duhî birayê fermadarê grûpa Emşat Ebo Sexir çekdarek bi navê Zuhêr Ebo Ebdo kuştin.     

 

 

S. B