Ebadî: Ez jî naxwazim carek din bibim Serokwezîr

Ebadî radighîne ku, ew rêzê li nerîna lêvegerê digre û dibêje her ji destpêkê ve wî nedixwest bo cara duyemîn bibe Serokwezîr

K24 – Navenda Nûçeyan

Ebadî radighîne ku, ew rêzê li nerîna lêvegerê digre û dibêje her ji destpêkê ve wî nedixwest bo cara duyemîn bibe Serokwezîr.

Beriya çendîn rojan lêvegerê Şîeyan Elî Sistanî anîbû ziman ku, ne bi dilê wî ye Heyder Ebadî postê Serokwezîriya Iraqê carek din werbigre.

Serokwezîrê Karbirêker yê Îraqê di kongirekî rojnamevanî de got,  ew bi desthilatê nagirin û rêzê li destûrê digirin, û bo yekemîn car jî, Ebadî ragihand ku, wî beriya niha jî nedixwest, wîlayeta dûyem ya Serokwezîrtiyê werbigre.

 

 

C.B