Rêveberiya Xweser hejmara hemû otombêlan ji nû ve tomar dike

Rêveberiya Veguhestinê ya bi ser Rêveberiya Xweser ve, bi armanca sepandina yek sîstemê û parastina deverê di warê ewlehî de, biryar da ku tevayiya otombîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi numereyên Rêveberiya Veguhestinê bêne tomar kirin.

K24- Qamişlo

Rêveberiya Veguhestinê ya bi ser Rêveberiya Xweser ve, bi armanca sepandina yek sîstemê û parastina deverê di warê ewlehî de, biryar da ku tevayiya otombîlan li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi numereyên Rêveberiya Veguhestinê bêne tomar kirin.

Vê biryarê hinek pirsgirêk û alozî li paş xwe hiştin, gelo ew pirsgirêk çi ne, zanyariyên zêde di vê raportê de ne.

Rêveberiya veguhestinê ya bi ser Rêveberiya Xweser ve,ji bo guherîna tevaya numereyên otomobîlên mezin û biçûk,herweha tevaya barhilgir û tirumbêlên din li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê,di 15 meha Hezîrana vê salê de biryar da ku di 15 rojan de pêwiste numereyên Rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi numereyên rêjîma Sûriyê bêne guherandin.

Li gorî rêveberiya veguhestinê armanca wan ji vê biryarê ku yek sîstem li herêmê bê sepandin, herweha di warê ewlehî de jî pêwistî hebû ku biryareke weha bê standin.

Li beramberî vê biryarê û ji ber ku ta roja îro jî 2 desthilat li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hene,xwedanên otomobîlên xizmetguzariyê ango teksiyên servîs ku numereyên rêjîma Sûriyê li ser teksiyên wane,di bêjin ku biryara navhatî dê bandoreke neyênî li karê wan bike.

Di warê kirîn û firotina otomobîlan de jî,xwedanên nivîsîngehên taybet bi bazirganiya otomobîlan di bêjin nirxê tirumbêlên ku numereyên rêjîmê li ser wan bûn, ji nirxê tirumbêlên ewropî buhatir bûn,û piştî vê biryarê dê bandorê li nirxê wan bike,çimkî xwedanên wan otomobîlan neçarin du caran tirumbêlên xwe tomar bikin,carekê li cem rêveberiya rêjîmê û carekê jî li cem rêveberiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê.

Li gorî amarên fermî yên rêveberiya veguhestinê ,zêdeyî 100 hezar otomobîl bi numereyên nû hatine Tomar kirin û egere hijmarên zêdetir jî di paşerojê de bi van numereyan bêne tomar kirin.

Li beramberî wê wezareta veguhestinê di hikûmeta Sûriyê de jî biryarek da ku di heyama 2 salan de, pêwiste tevaya otomobîlên li Sûriyê numereyên kevin hilînin û bi sîstemeke nû ji numereyan bêne tomar kirin.