Hêzên Elmanîya li Îraqê û Herêma Kurdistanê dê vemînin
K24- Hewlêr
Elmanîya biryara vemana hêzên xwe, li Îraq û Herêma Kurdistanê, bo saleke din dirêj veke.
Hikumeta Elmanîya, biryar da dema vemana serbazên welatê xwe heya 31/ Çirîya Yekema sala2020 dirêj veke û 100 serbazan ji hêzên xwe kêm bike. Bi evê yekê jî hejmara serbazên Elmanîyayê li Herêma Kurdistan û Îraqê digehe 700 serbazan.
Serbazên Elmanîyayê di çarçoveya hevpeymanîya nêvdewletî de li dij bi Daişê meşq û rahînanan bi hêza Pêşmerge û supayê Îraqê dikin.
Di niha de sê hezar û 500 serbazên Elmanîya li her yek ji welatên Îraq, Suriya, Evxanistan û Malî hene, erkên serbazî yên cuda encam didin.
Bi pêşkekşkirina çekê Mîlan a dije mûşek bi hêza Pêşmerge, Elmanîya şîya alîkarîyeke mezin pêşkeş bi hêzên Pêşmerge bike û sinûrekî bo hêrişên Daişê dane.