Serokê Parlemena Ewropa operasyona Tirkiyê şermezar dike

Serokê Parlemena Ewropayê David Maria Sassoli ji ber operasyona dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê bi tundî şermezar dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Parlemena Ewropayê David Maria Sassoli ji ber operasyona dagîrkirina Rojavayê Kurdistanê, Tirkiyê bi tundî şermezar dike.

Serokê Parlemena Ewropayê David Maria Sassoli digel Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlût Çavuşoglu li Brûkselê kom bû.

Piştî hevdîtinê, Serokê Parlemena Ewropayê ragihand, wî ji ber operasyona Tirkiyê li bakurê Sûriyê, hikûmeta Tirkiyê bi tundî şermezar kiriye û got: Operasyona Tirkiyê binpêkirina giran a yasayên navnetewî ye.

David Maria Sassoli  herwiha dibêje, wî di hevdîtina xwe ya digel Çavuşoglu de, lêgerîna neyasayî ya Tirkiyê li enerjiyê li Deryaya Spî aniye rojevê û diyar kiriye ku ew li gor yasayên navnetewî rêz li mafê serweriya Kibrisê digirin û digel Kibrisê di nava hevahengiyek xurt de ne.

 

S. B