Erdogan bersiva Tiramp dide derbarê Agirbesta Rojava ya Kurdistanê
K24- Hewlêr
Receb Teyîb Erdogan, serok komarê Tirkiyê, li besiva tiwîteke Donald Tiramp,serokê Emerîkayê helwêsta xwe derbiraî beranber bi rêkkevtina di navbera Emerîka û Tirkiyê de derbarê bakûra Suriyê.
Piştî ragehandina rêkkevtina cêgirê serokê Emerîkayê û serokê Tirkiyê, Tiramp di tiwîtekê de nivîsî ye: Nûçeyeke xweş ji Tirkiyê, supas Receb Teyîb Erdogan, jîyanan bi milyonan kes hat rizgarkirin.
Erdogan jî bersiva evê tiwît a Tiramp da û nivîsîye: Birêz serokê Emerîkayê, jîyana gelek kesên din rizgar dibe dema teror ji nav diçe ku dijmineke sereke ya mirovatî ye. Ez bi bawerim ev hewla hevpişk aştî û akincîyê bo devera me dihîne.
Herçende şeva burî agirbest hat ragehandin di navebera Emerîka û Tirkiyê de derbarê hêrişa Tirkiyê bo ser rojavaya Kurdistanê, lê evro supayê Tirkiyê dest bi burdûmana Serê Kanîyê kirîye.