Erdogan: Hewl didin serweriya me binpê bikin!
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan bersiva Amerîkayê dide û dibêje, ew li hemberî gef û zextan xwe naçemînin.
Erdogan li bajarê Bayburtê axifî û bi awayek nerasterast bersiva Amerîkayê da û got, hin welat dixwazin Tirkiyê dorpêç bikin û hewl didin ku mafê serweriya Tirkiyê binpê bikin. Ji bo vê jî dixwazin Tirkiye tawîzan bide. Lê ew tawîz nadin û li hemberî gef û zextan xwe naçemînin.
Erdogan diyarkir: “Hin welat dixwazin Tirkiyeyê tengav bikin û mafê serweriya me binpê bikin. Ji bo vê jî dixwazin em tawîzan bidin wan. Bila xwe dilgiran nekin. Em beramberî ti kesî xwe naçemînin. Ev miletê ku ji tank, top û balafiran netirsiyaye gelo dê ji ev cûre gefan bitirse? Kî dilê xwe yê dostane ji me re veke, kî destê xwe yê dostane ji me re dirêj bike, em ê jî bi awayek dilsoz bersiva wan bi berdewamî bidin. Digel vê yekê em ji hemû egerên neyînî re amade ne”.
C.B