Şandeke ENKS ligel James Jeffrey dicive

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di derbarê çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê de îro li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê ligel Şanderê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey dicive.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) di derbarê çarenivîsa Rojavayê Kurdistanê de îro li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê ligel Şanderê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey dicive.

Şanderê K24ê bo Dîlokê Mahîr Yûksel da zanîn, biryar e îro demjimêr 16:00 li bajarê Dîlokê şandeke ENKSê ligel Şanderê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey bicive.

Li ser vê hevdîtinê, Serokê Encûmena Xwecihiya Kobayê ya ENKSê Elî Îbrahîm li ser mijarên ku bi James Jeffrey re guftûgo bikin ji K24ê re ragihand, civîna wan bi James Jeffrey re dê taybet be bi dosya û gefên li ser rojhilatê cemê Firatê hene.

Herwiha Elî Îbrahîm diyar kir jî, ewê projeya ENKSê bixin ber destê Amerîkiyan, ku tê de daxwazên mafên Kurd li Sûriyê hene û çespandina wan mafan di destûra Sûriyeya pêşerojê de.

Li ser helwesta Amerîka li hember Rojavayê Kurdistanê, Elî Îbrahîm got: “Heta niha helwesta Amerîka ne gelekî zelal e, daxuyaniyên Amerîka tên wê wateyê ku tenê ji bo şerê li dijî terorê li wê deverê ne. Ev yek li cem me jî cihê pirsê ye. Lê em hest dikin ku projeyeke Amerîkî heye û emê jî nerînên xwe bixine ber destê wan, ta ku pêgeha Kurd di projeya Amerîka de hebe.”

Şanderê Amerîka yê Taybet bo Sûriyê James Jeffrey ku niha li Tirkiyê ye, îro piştî civîna tîma hevbeş a Amerîkî – Tirkî ya kar ji bo Sûriyê daxuyaniyên girîng dabûn.

James Jeffrey ragihand, piştevaniya Washingtonê ji Kurd re tektîkî û demkî ye û tekezî li ser hevkariya bi Tirkiyê re kir, ji bo gihîştina bi çareseriyeke dawî li Sûriyê.

  

 

S. B