“Piştî gefên Amerîka êdî kirîna Patroîtan ne pêkan e”

Pisporên Tirkiyê dibêjin piştî gefên Amerîkayê êdî ne mimkûne ku Tirkiye ji Rûsya û Amerîkayê bi hev re mûşekan bikire neçar e aliyekê hilbijêre.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Tirkiye û Amerîka ku ev 50î sal zêdetir in di nava hevkarî û pêwendiyan de ne ev heyameke ji ber sedema ji aliyê Tirkiyeyê ve ji Rûsyayê kirîna mûşekên S-400 rayedarên her du welatan daxuyanîyên tund û gefxwarinê beramberî hev didin. Hin pisporên Tirkiyê dibêjin piştî gefên Amerîkayê êdî ne mimkûne ku Tirkiye ji Rûsya û Amerîkayê bi hev re mûşekan bikire neçar e aliyekê hilbijêre. Hin alî jî dibêjin heta ku serokên her du welatan neyên bal hev du dê navbera Washîngton û Enqerê de rageşî gurtir bibin taybetî jî di qada Sûriyê de.

Ev heyameke di navbera du hevpaymanên NATOyê Tirkiye û Amerîkayê de ji ber sedema ji Rûsyayê Kirîna Mûşekên S-400 û nedana patroît û frokeyên F-35 ji aliyê rayeadrên her du welatan ve daxuyaniyên tund tê dayîn. Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çawîşoglu dibêje, eger Amerîka Patriotan nede, amade ne careke din jî S-400 bikirin û şûna F-35 balefirên din bikirin. Her weha piştî Çar senatorên Amerîkî ku Balyozê dahatî yê Amerîkayê bo Tirkiyeyê David Michael Satterfield radigihand Kirrîna mûşekên S-400 ji bo bidestxistina balafirên F-35 astengek mezin e û Tirkiye dê were cezakirin.

Li gorî Cîgirê Serokê Enstûtiya Ramanên Stratejîk Alper Tan li ber van geşedanan êdî ne minkûne ku Tirkiye hem ji Rûsyayê hem jî Amerîkayê mûşekan bikire û neçar dê aliyekê hilbijêre.

Alper Tan ji K24ê re wiha axivî: “Amerîka dixwaze Tirkiye her di bin bandora wê de siyasetê bike. Lê belê êdî ew roj nemane û Tirkiye dewletekî serbixwe ye. Amerîka li hemberî Tirkiyê bêhûrmetiyê dike ji ber ku projeya F-35an û ya S-400 an ji hev cuda ne û Tirkiye yek jî partnerê projeya F-35an e. Piştî gefên dawî yên Washîngtonê êdî ne pêkana ku Tirkiye S-400 û patroîtan bi hev re bistîne. Bi ya min Tirkiye dê S-400 bistîne lê kirîna patroîtan dê têk biçe.”

Bi boçûna pispora pêwendiyên navdewletî Denîz Altinsoy jî heta ku serokên her du welatan neyên bal hev du dê ev rageşî berdewam bikin û taybetî jî li qada Sûriyê de navbera Washîngton û Enqerê de dê ev rageşî gurtir bibe.

Denîz Altinsoy dibêje: “Pêwendiyên Tirkiye û Amerîkayê di heyama herî rageş de ye û sedema vê yekê jî sê kesin Pompeo, Bolton û Pence. Ji ber ku her sê jî zimanekî gefxwar bikar tînin. Heta ku di asta van her sê rayedaran de pêwendî bên birêvebirin dê rageşî her berdewam bike. Taybetî jî li Sûriyê di mijara avakirina dewereke ewle û rojhelatê Çemê Feratê de dê Amerîka Tirkiyê eciz bike. Bi ya min eger heye ku demek nêz de Erdogan û Trump bên bal hev du ji bo çareserkirina van rageşiyan.”

Tirkiye bi biryarî dibêje ku ew ê ji Rûsyayê mûşekên S-400 bistînin û ev rêkeftin bi dawî bûye. Li gel vê yekê rayedarên Rûsyayê jî raginahdin ku ew amadene bi Tirkiyê re rêkeftinên nû pêk bînin. Beramberî vê yekê Serok, rayedar û senatoya Amerîkayê jî bi zimaneke tund dibêje Tirkiye di warê Aborî û dîplomatîk de tê bi gemaroyên giran re rû bi rû bimîne.