Mesrûr Barzanî: Nabe serjimêryarî bo armancên siyasî bikar bê

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Plandananê yê Iraqê Sebah Duleymî kir û di civînekê de guftûgo derbarê serjimêryariya niştecihvanan hat kirin, ku biryar e li sala 2020an bê encamdan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî pêşwazî li Wezîrê Plandananê yê Iraqê Sebah Duleymî kir û di civînekê de guftûgo derbarê serjimêryariya niştecihvanan hat kirin, ku biryar e li sala 2020an bê encamdan.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ragihand, serjimêryarî karekî girîng e bo komkirina data û zanyariyan ku amrazekî alîkar dibe bo plandananê, lê têbîniyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser mîkanîzma encamdana serjimêryariyê hene û pêwîst e li ber çav bên girtin. Got jî: Nabe serjimêryarî wek karteke siyasî li dijî ti pêkhateyekê bikar bê.

Di civînê de Wezîrê Plandananê yê Iraqê amaje bi wê kir, ku ezmûna Herêma Kurdistanê cîgir û serkeftî ye û serkeftina Herêma Kurdistanê jî serkeftinek ji hemû Iraqê re ye. Got jî: Niha derfeteke baş heye ji bo hemû pirsgirêk û giriftên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser binemaya destûrê bêne çareserkirin.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê ronî kir, Hikûmeta Herêma Kurdistanê amadeyî û niyazpakiya xwe bo çareserkirina pirsgirêkan li ser binemaya destûrê nîşan da. Got jî, Hêvîdar in serdemeke erênî û nû di pêwendiyên di navbera Hikûmeta Federal û Hikûmeta Herêma Kurdistanê de çê bibe, bi awayekî ku hevbeşiya rasteqîne, hevsengî û lihevkirin liber çavan bê girtin.

 

S. B