Civata Suriya Demokrat: Em amadeyîne hinek vekişîn

Hevserokê Civata Suriya Demokrat, Rîyad Dirar ragehand, şervanên Kurd amdene ji deverên sinûrî vekişin.

K24- Hewlêr

Hevserokê Civata Suriya Demokrat, Rîyad Dirar ragehand, şervanên Kurd amdene ji deverên sinûrî vekişin.

Di hevpeyvînekê de bo Ajansa Sipotink a Rusî, Dirar got: Ewa ji me re giringe agirbeste û derkevtina hemû wan çekdarane ewên hatîne di nav axa Suriyê de.

Herweha got: Em 5 Kîlometran ji sinûrê Tirkiyê dûrîn, li hinek cihan jî, 14 Kîlometran dûrîn û li ba me asayîye heke kêmek din jî xalên xwe ji sinûrê Suriyê dûr bikîn, lê heya niha Tirkiyê şer neragirtîye. Lê di dema ku Plns diaxivt jî, Tirkiyê tobarana nexweşxaneyan dikir.

Sera wê yekê ku agirbest bi serperiştîya Emerîkayê hatîyye ragehandin, lê evro, topxaneyên Tirkiyê careke din dest bi tobarankirina Serê Kanîyê kirîye.