Li Tirkiyê 10 koçber di bûyereke hatûçûnê de mirin

Li bajarê Edîrneyê yê Tirkiyê, otombêla koçberan qelibî. Li gor agahiyên destpêkê 10 penaberan canê xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Edîrneyê yê Tirkiyê, otombêla koçberan qelibî. Li gor agahiyên destpêkê 10 penaberan canê xwe ji dest dane û 30 kes jî birîndar bûne.

Li navçeya Merîçê ya Edîrneyê, li ser sînorê Yûnanistanê otombêla ku koçber tê de bûn, dema cendermeyan xwestiye rawestînin li dîwarê ketiye.

Parêzgarê Edîrneyê Ekrem Canalp da xuyakirin, li gor agahiyên destpêkê di bûyerê de 10 koçberan canê xwe ji dest dane û 30 koçber jî birîndar bûne.

Di demên dawî de, li Tirkiyê bûyerên hatûçûn û deryayî yên koçberan zêde bûne.

 

S. B