Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê şehîd bû

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef di kemîneke çekdarên DAIŞê de hat kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef di êrîşeke çekdarên DAIŞê de hat şehîdkirrin.

Peyamnêrê K24ê li Qamişlo ragihand, di encama êrîşeke çekdarên DAIŞê li riya Navdewletî di navbera Til Temir û Eyn Îsayê de, Sekretera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê Hevrîn Xelef hat kuştin.

Di wê derbarê Navenda Ragihandina HSDê belav kir, grûpeke çekdarên mîlîşyayên Tirkiyê gihîştin ser riya navdewletî û hejmarek ji welatiyên sivîl kuştin.

Amaje bi wê jî kir, lê şervanên wan rûbirûyî wê grûpê bûn û ew ji wê riyê bidûr xistin û niha riya navdewletî Qamişlo – Heleb vekirî ye.

Ji aliyekî din ve, Heyva Sor a Kurd ragihand, êriş û operasyona artêşa Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê derbasî roja çarem bûye. Di heyama sê rojên bûrî de herî kêm 14 sivîl şehîd bûne û 46 sivîl jî birîndar bûne.

 

S. B