PKK gefan li Başûra Kurdistnê dike

Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi rêya duristkirina mîlîşiyayeke demamikdar (masikdar) û bi navê berengabûna dagîrkaran gefan li Herêma Kurdistanê dike û milîşiyayekê bi navê Hêza Paraztina Cewherîya Başûra Kurdistanê durist dike.

K24- Hewlêr

Partîya Karkerên Kurdistanê (PKK) bi rêya duristkirina mîlîşiyayeke demamikdar (masikdar) û bi navê berengabûna dagîrkaran gefan li Herêma Kurdistanê dike û milîşiyayekê bi navê Hêza Paraztina Cewherîya Başûra Kurdistanê durist dike.

Daxuyanî  ji alîyê keseke demamikdar bi zimanê Kurd û yeke dî jî bi zimanê Erebî dihê vexwîndin û komek kiç û kurrên demamikdar li derdorên wan in û xwe wek Hêza Paraztina Cewherîya Başûra Kurdistanê didin nasandin û gefên bi armanckirina pêgehên dagîrkaran dikin.

Di pişkeke din a daxuyanîya  evê mîlîşiyayê de, amje bi wê yekê dikin ku ( durstikirina hêza wan bersiveke bo bêdengîya  desthilatdarên Başûra Kurdistanê li hember wê dagîrkarîya dewleta Turkîya li axa Başûra Kurdistanê dike.

Ev girûp gefan dikin û dibêjin: Hêza Paraztina Cewherîya Başûra Kurdistanê Hemû pêgehên dewleta Turkîyayê  li Bbaşûra Kurdistanê dikîn armanc.

Mîlîşiyayên demamikdar weha dibînîn ku Hêza Paraztina Cewherîya Başûra Kurdistanê ji encama valahîya sîyasî û serbazî li Herêmê durist bûne û xwe wek parêzvaên beha,  keltûrê û destkevtên Başûra Kurdistanê bi tevaya pêkhate, ol û bawerîyên cûda yên wê didin zanîn.

Di pişkeke din a daxuyanîyê de daxwaz ji hikumeta Îraq û Herêma Kurdistanê dikin di bernaber wan dagîrkarî yên Turkîyayê de bê deng nebin û hewla paraztina serwerîya axa Îraq û Herêma Kurdistanê bidin û dibêjin: Pêdivîye baş bizanin ew ji bê helwêstîya wan durist bûne.

Herweha dibêjin wan divêtin xort û jinan gazî bikin bo pişikdarîyê di Hêza Paraztina Cewherîya Başûra Kurdistanê  û dibêjin: Me dest bi çalakîyan kirîye.

Herweha dibêjin: Ji Evro paş ve Em dê dirêjahîyê bidin wan çalakîyan û li her cihekê Başûra Kurdisatnê û hemû pêgehên supayê dagîrkaran dikîn armanca xwe ya sereke.