Turk: Bi siyaseta nijadperestiyê pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin

. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Turk bang li rêveberên Dewleta Tirk kir û got; bi siyaseteke nijadperestî Pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên gelan nayên çareserkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Piştî Hilbijartinên Rêveberiyên Herêmî li Tirkiyeyê rêveberên desthilatdar û opozîsyonê li hemberî hev û din zimanekî tûj bikartînin û di nav civakê de alozî rû didin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Turk bang li rêveberên Dewleta Tirk kir û got; bi siyaseteke nijadperestî Pirsgirêka Kurd û pirsgirêkên gelan nayên çareserkirin.  Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin jî banga aqlê-selîm kir û got; ger rêveberên dewletê zimaneke aşitiyane bikar bînin dê civak jî pêvajoyeke aşitiyane zû qebûl bike.

Rakêşiyên di navbera siyasetmedarên desthilatdar û opûzîsyona Tirkiye û bakurê Kurdistanê de ku di pêvajoya hilbijartinên 31'ê Adarê de rû didan piştî hilbijartinê jî didomin. Siyasetmedarên xwedî cerebe amaje dikin ku ger rengên civakê bi hiqûq û edaletê werin hembêzkirin dê pirsgirêkên mezin rû nedin. Hevserokê Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê Ehmed Tirk amaje kir kû demokrasî nebe ne tenê Kurd lê Turk û hemû gelên navçeyê jî dê zirarê bibînin.

Hevserokê Şaredariya Mêrdînê Ehmed Turk ji K24ê re got: "Ev siyaseta ku îro tê meşandin siyaseteke çewt e. Ev siyaset li dijî demokrasiyê ye, bi vê siyasetê tu kes nayê hembêzkirin.  Di siyaseta ku gelan ji hev û din cûda bike tu sûdê nade tu kesî.  Em dixwazin ku îro siyaseteke nûjen û demokratîk were rojevê û pirsgirêk bi rêya goftûgoyan werin çareserkirin. Lê siyaseta îro tê meşandin naxwaze mafên Kurdan bînin ber çavan."

Êrişa li ser Serokê Giştî yê CHP'ê Kemal Kiliçdaroglu, aloziyên bi grevên birçîbûnê rû didin, nîqaşên li ser hilbijêrên ku bi Biryarnameyên bi Hikmê Zagogê ji pewywîr hatine dûrxistin rojeva siyatê gerim dike. Li hemberî van rûdanan Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin jî bang li rayedarên Dewleta Tirk dike û dibêje; ger her kes bi aqlê-selîm tevbigere dê pirsgirêk di nav aramiyê de werin çareserkirin.

Serokê Baroya Diyarbekirê Cîhan Aydin ji K24ê re wiha axivî: "Civak êdî aşitiyê dixwaze. Lê ev yek jî di destê rêveberên Tirkiyeyê de ye. Ger ew zimaneke aşitiyane bikarbînin ez bawer dikim dê civak jî bi awayeke zû vê yekê qebûl bike.  Ger siyasetmedar, rewşenbîr, rojnamevan û mafnas aşitiyê wekî daxwaza civakê bînin rojevê dê pêvajoyeke nû zû dest pê bike. Her çiqas dengê me neyê bihîstin jî em ê di israrkirina aşitiyê de berdewam bin."

Siyasetmedarên xwedî cerebe û nûnerên saziyên civakî bang li siyasetmedaran dikin ku dest ji nîqaşên di pêvajoya hilbijartinê de rû didan berdin her kes li ser çareserkirina pirsgirêkên civakî, aborî û navdewletî bixebite. Hêvî û daxwaza civakê ew e ku encamên hilbijartina wekî meseleya man û nemanê neyin dîtin û rêz li biryara hilbijêran were girtin; da ku pirsgirêkên civakî mezintir nebin.