Rêveberiya Xweser: Êrîşa Tirkiyê dihêle DAIŞ xurtir bibe û teqînan bike

Hevserokê Desteya Navxweyî yê Cezîrê Kenan Berekat derbarê teqînên îro yên bajarê Qamişlo de ragihand, ew her sê teqîn xelkên sivîl kirine armanc û cihê teqîn lê hatine encamdan, cihên sivîlan in. Got jî, ev kiryarên wiha, yên şaneyên razayî yên DAIŞê ne.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Hevserokê Desteya Navxweyî yê Cezîrê Kenan Berekat derbarê teqînên îro yên bajarê Qamişlo de ragihand, ew her sê teqîn xelkên sivîl kirine armanc û cihê teqîn lê hatine encamdan, cihên sivîlan in. Got jî, ev kiryarên wiha, yên şaneyên razayî yên DAIŞê ne.

Hevserokê Desteya Navxweyî yê Cezîrê Kenan Berekat ji K24ê re ragihand, ev kiryarên bi vî awayê hovane têne kirin, bêhtirê wan ji aliyê şaneyên DAIŞê ve têne kirin, piştî kuştina rêberê DAIŞê bexdadî, DAIŞ dixwaze tolê ji welatiyên sivîl hilîne.

Ragihand jî, êrîşa artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên ser bi wê ve li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî, bendorê li ser tevahiya herêmê dike, ku rewşa ewlehiyê têk biçe.

Kenan Berekat bang li hemû saziyên navdewletî, Netewên Yekgirtî, Encûmena Asayişa Navdewletî, Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê, Amerîka û Rûsyayê kir, ku DAIŞ bidawî nebûye û metirsiyek li ser hemû cîhanê ye, heger êrîşên Tirkiyê li ser herêmê berdewam bikin, dê rê bide ku DAIŞ xurtir bibe.

Tekez kir, ew wek Hêzên Ewlekariya Hundirîn hemû rênimayên ewlehiyê digirin ber, ku DAIŞê hewl dide gelek teqînan bike, lê rê li ber wan hate girtin û ew hatin desteserkirin.

Îro danê êvarê 3 teqîn li Qamişlo rû dan û di encamê de 6 kesan canê xwe jidest dan û zêdetir ji 40 kesî jî birîndar bûn.

 

S. B