Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson ji Tirkiyê derket

Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson piştî zîndaniya du salan, serbest hate berdan û şeva bûrî ji Tirkiyê derket û ber bi Almanyayê ve birê ket.

K24 – Navenda Nûçeyan

Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson piştî zîndaniya du salan, serbest hate berdan û şeva bûrî ji Tirkiyê derket û ber bi Almanyayê ve birê ket.

Ajansa “AA” belav kir, Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson û hevjîna xwe bi riya firokxaneya Adnan Menderes a Izmîrê ji Tirkiyê derket û ber bi Almanyayê birê ket.

Keşeyê Amerîkî Andrew Brunson ku bi sîxurî û endamtiya rêxistina terorê dihat tawanbarkirin, piştî zîndaniya du salan hat berdan.

Dadgeha sizaya giran a Îzmirê, sê sal û 45 roj siza li Brunson birî, lê ji ber ku nêzîkî du salan e di zîndanê de ye, biryara berdanê hat dayîn.

Herwiha qedexeya ji derketina malê û derveyî Tirkiyê jî hat rakirin.

Serokê Amerîkayê Donald Trump bi twîtek da xuyakirin, bo berdana Brunson gelek kar kirine û niha ji ber azadbûna wî kêfxweş in. Trump da xuyakirin, Brunson dê bi roja Şemiyê bigihe navenda Andrews a leşkerî li nêzîkî Washingtonê û dê serdana Koşa Spî jî bike.

Serokomariya Tirkiyê jî, biryar wek nîşaneya serxwebûna dadgehên Tirkiyê dibîne û da zanîn, dadgehên Tirkiyê ji tu kes û post û alî fermanê nagrin.

Ji aliyê xwe ve, HDP balê dikşîne ser Brunson ku bi zextên Amerîkayê hatiye berdan û balê dikşînin ser rewşa zîndanîkirina 10 hezar Kurd û rêveberên partiyên Kurd.

Parlamenterê HDPê yê Diyarbekirê Ziya Pîr dibêje: Tiştê Kurdan dixe zîndanê û barimte digire, ne dewlet e, bê dewletî ye.

Parêzerê Brunson Îsmaîl Cem Halnavut got: “Me amadekariyên xwe kiribû ku bê berdan. Ya rastî me hêvî nedikir îro bê berdan. Bi tawanên giran dihat tometbarkirin û niha derket ku tiştek wiha nîne. Pêwîstî nebû bibe sedemê alozbûna pêwendiyên her du welatan.”

 

S. B