Rêveberiya Xweser temenê serbaziya neçar dike yek
K24- Hewlêr
Rêveberiya Xweser temenê serbaziya neçar dike yek û jidayikbûyên 1990ê ve destpê dike
Desteya Berevaniyê ya ser bi Rêveberiya Xweser ya bakur û rojhilatê Sûriyê, temenên serbaziya neçar yan jî, erkê xweparastinê li hemû rêveberiyan dike yek û temenê wê jî, ji dayikbûyên sala 1990ê ve destpê dike.
Herwiha Rêveberiyê, di daxuyaniya xwe de eşkere kiriye, ev biryar ewên niha di erk de ne, navegire.
Berî niha temenê serbaziya neçar li Rojavayê Kurdistanê ne yek bûn û li her bajarekî bi awayekê cuda bû.