PDK naveroka rêkeftina bi YNKê re belav kir

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) naveroka rêkeftina siyasî ya bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re ji bo proseya hikumraniyê, pêkanîna hikûmetê û danîna Parêzgarê Kerkûkê belav kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) naveroka rêkeftina siyasî ya bi Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) re ya ji bo proseya hikumraniyê, pêkanîna hikûmetê û danîna Parêzgarê Kerkûkê belav kir.

PDK li malpera xwe fermî naveroka rêkeftin û paşkoya wê belav kir û diyar kir, ji ber helwesta YNKê ya 28ê Gulanê û paykotkirina civîna Parlemantoyê û dengnedana di proseya hilbijartina Serokê Herêmê de û girtina bihaneyên dûrî rastiyê derbarê bicihnekirina naveroka rêkeftina ku li ser îmze kiriye û bi taybet jî pirsa çareserkirina pirsgirêkên parêzgeha Kerkûkê û danîna parêzger, ku bi rêkeftineke îmzekirî ya diyar ya her du berêzan Serok Mesûd Barzanî û Kak Kusret Resûl bi armanca çareseriyê her duyan bi hev re ev erk girtibûn stûyê xwe, naveroka rêketinê belav dikin.

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ragihand, Polîtburoya YNKê pabendî rêkeftinê ku ji aliyê Nêçîrvan Barzanî û Kusret Resûl ve di 4.3.2019an de li baregaha Polîtburoya YNKê hatibû îmzekirin nebû, ne bi pêkanîna kabîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ne bi hilbijartina Serokê Herêmê, ne bi danîna desthilatê bi her du berêzan ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kerkûkê û parêzgarê wê û ne bi pabendî bi rêkeftina her du berêzan bi danîna endamê berê yê Polîtburoya YNKê û Damezrênerê Komela Rencberên Kurdistanê Ferîdon Ebdulqadir wek Parêzgarê Kerkûkê bû. Ji ber wê me biryar da deqa rêkeftina siyasî ya di navbera me de û paşkoya wê rêkeftinê ji xelkê Kurdistanê re wek heye belav bikin û bila ew diyar bikin ka kîjan alî bi rêkeftinê pabend nebûye.

Rêkeftina siyasî ya PDK û YNKê

Ji rewangeha hestkirina bi berpirsatiyê parastina destkeftên gelê me, ku bi xwîn û xebata çendîn salan hatine û herwiha piştbestin bi ezmûna dirêj a xebat bo damezrandina Parlemanto û Hikûmeta Herêmê ji bo dabînkirina pêşerojeke geş ji Kurdistanê re û yekrêziya gelê Kurdistanê û gerentîkirina mafên destûrî û vegerandina Kerkûk û navçeyên Kurdistanî yên li derveyî Herêmê û bihêzkirina pêwendiyên me, her alî gihîştin vê rêkeftina siyasî.

1- Her du alî pabendî dibin bi yekîtiya xaka niştiman û berjewendiyên Bilind ên Herêma Kurdistanê û qewareya siyasî û îdarê diparêzin û kar li ser bihêzkirin wan ji aliyê damezrawî û hikumraniyê ve dikin.

2- Her du alî di rêvebirin û bihêzkirina dezgehên destûrî, yasayî û rêveberî yên Herêma Kurdistanê de hevbeşiya rasteqîne dikin, bi awayekî ku desthilat di çarçoveya rewatiyê de bin û ji bo bikaranîna wan jî divê îradeya gel û dezgehên fermî yên yasayî jêderên wan bin.

3- Ji bo birêvebirin û bihêzkirina sîstema bergîriyê û rûbirûbûna metirsiyan û parastina aştî û ewlehiya Herêma Kurdistanê, her du alî bi hev re di riya Hikûmeta Herêmê re hemû hewlên xwe dikin ji bo dubare rêkxistina hêza Pêşmergeyên Kurdistanê û hêzên Asayişa Navxwe, bi awayekî bi temamî yekgirtî bibe û başt rêxistinkirî be û di çarçova dezgehên niştimanî yên pêwendîdar de bin.

4- Her du alî bi tevahiya karînên xwe piştevaniyê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ji bo encamdana çaksaziyê, çespandina şefafetiyê, dijayetiya gendeliyê û bihêzkirina rola dezgehên çavdêriyê li Herêma Kurdistanê. Dema pêwîstî bi yasayekê ji bo her pêngavekê di vê çarçovê de hebe, her du alî wek yek tîm di Parlemantoya Kurdistanê de kar ji bo wê dikin, ji bo yasayên pêwîst pesend bikin.

5- Her du alî piştevaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dikin, ji bo bernameyeke wê ya hevseng û temam hebe ji bo encamdana çalakiyên îdarî li seranserî Herêma Kurdistanê.

6-A Her du alî hewl didin di heyama xula pêncem a Parlemantoya Kurdistanê de destûra Herêma Kurdistanê bê temamkirin û daxwazên cuda yên girêdayî bi sîstema siyasî, di riya destûrê re bi sazanê re bên çareserkirin. Hevdem her du alî piştevaniyê wê yekê bikin bi piştbestin bi bernameya çaksaziya navendî û di bin çavdêriya Serokatiya Hikûmetê de, desthiltên (Nenavendiya Îdarî) pêşkêşî yekîneyên îdarî bikin, ta kar pê bikin.

B- Heta pesendkirina destûra Herêma Kurdistanê, projeyên yasayî yên xwedî rehendên niştimanî li ser binemaye sazanê bên danîn, jê jî yasaya hilbijartinê.

7- Di riya Hikûmeta Herêmê re, her du alî kar bikin û gav bo hemacurkirina jêder û hawirdeyên Herêma Kurdistanê bavêjin, ligel petrol û gazê û girîngiyê bidin pêşvebirina kartên çandî, pêşesazî û geştûguzariyê. Di heman demê de, her du alî beşdarî rêkxistina sîstema bankê û kartên wezîfeyên giştî û damezrandina sindoqa xaneşînê dibin.

8- PDK û YNKê li ser wê lihev dikin, ku karê damezrawî yê yasayî li Herêma Kurdistanê bi awayekî şefaf be û dahatûyên samanên jêrzemînî, petrol û gazê bo xizmeta gelê Kurdistanê bin û hemû yasayên derbarê petrol û gazê de aliyê Parlemantoyê ve bên derkirin. Herwiha bilez sindoqa dahatûyên petrol û gazê li gor yasayên ji Parlemantoyê ve derkevin, damezrînin.

9- Li ser astê Hikûmeta Federlî, her du alî derbarê yasayên destûrî yên Herêma Kurdistanê de hevhelwest dibin, herwiha her du li ser çespandina bingehên sîstema federalî, çareserkirina pirsgirêkên girêdayî bi navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêmê, dozyên petrol û gazê, budceya Herêmê û Pêşmerge û serjimariya giştî jî yekhelwest dibin, ev yeklwestiya jî di riya dezgehên yasayê û destûrî yên Herêma Kurdistanê û nûnerên me di dezgehên federalî de berceste dibe. Herwiha damezrandina hevpeymaniya firaksiyonên Kurdistanî armanca her du aliyan dibe.

10- Her du alî pabend dibin ku pêwendiyên Herêma Kurdistanê li ser her sê astan Iraqî, herêmî û navdewletî di çarçova dezgehên fermî yên Herêma Kurdistanê de bin. Di heman demê de, ji her du re rewangeha hevbeş hebe ji bo serederiya bi welatên derdorê re û çareserkirina aştiyane ji pirsgirêkên Kurd li beşên din ên Kurdistanê, ev jî di riya rêzgirtin li berjewendiya hevbeş û cîrantiya hevbeş re.

11- Her du alî pabend dibin bi rêzgirtina li maf û azadiya pêkhateyên netewî û olî yên Herêma Kurdistanê û amadekirina derfetan ji wan re ji bo beşdariyê di desthilatên siyasî yên Herêma Kurdistanê de bikin.

12- Her du alî yekhewlest in, ku teror metirsiyeke berdewam e li ser ewlehiya Herêma Kurdistanê. Li ser vê bingehê jî bi siyaseta hevpeymaniya navxweyî, herêmî û navdewletî li dijî teror û tundrewiyê berdewam dibin.

13- Her du alî yekhelwest dibin, ku kabîneya nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê bayixê derfetên kar dabîn bike, jiyana xelkê baş bike, xizmetguzariya zêdetir pêşkêşî welatiyên bike û rewşa mafên mirovan, mafên jinan û jîngehê baş bike.

14- Serokê Parlemantoyê û her du cîgirên wî li Parlemantoyê hevaheng û yekhelwest dibin, ev yek jî dê bandorê li karê parlemantî ya di navbera fraksiyonên PDK û YNKê bike û her du alî hevnerîn in ku cîgirê duyem ê Serokê Parlemantoyê ji para pêkhateyan dibe û bi şêwir û hevahengî destnîşan dikin û hildibijêrin.

15- Her du alî li ser wê yekê hevnerîn in, ku dahatûyên darayî û dahat û xerciyên giştî yên Herêma Kurdistanê pêwîstiya wê bi dubare rêkxistinê heye, ew jî di riya Parlemanto û Hikûmeta Herêma Kurdistanê re li gor yasa û karê damezrawî tê rêkxistin.

16- Pêwendiyên Herêma Kurdistanê li gor yasayên berkar di riya dezgehên destûrî û yasayên Herêma Kurdistanê re tên birêvebirin.

A- Di fermangeha pêwendiyan, nûneretiyên derve, şand, merasîm û boneyên protokolî de, hevsengî li ber çav tê girtin, herwiha beşdariya her du aliyan di Hikûmetê de tê gerentîkirin.

B- Di xula pêncem a Parlemantoya Kurdistanê de rêkxistina yasayî ji pêwendiyên Herêma Kurdistanê re tê kirin, herwiha Wezîrê Herêmê ji bo vê babatê tê diyarkirin.

17- Her du alî wek yek tîm kar dikin ji bo bidawîanîna rewşa li ser Kerkûkê û navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê sepandî, ji bo vê armancê komîta bilind a hevbeş ji her du aliyan tê damezrandin ji bo piştevaniya Hikûmeta Herêma ji bo asayîkirina rewşê û cibicîkirina madeya 140 û çespandina destkeftên Kurd li wan navçeyan, li gor awayên li jêr:

A- Vekirina dosya taybet bi madeya 140 a destûra Iraqê û hemû riyên yasayî û îdarî li ser asta Kerkûk û Iraqê.

B- Vekirina dosya taybet bi asayîkirina rewş û jiyanê di hundir Kerkûkê de.

C- Destnîşankirina parêzgarekî ji Kerkûkê re, di paşkoya vê rêkefinê de dibe.

18- Pabendbûna her du aliyan bi vê rêkeftinê bi hemû xalan, piştevaniyê hikumraniyê li seranserî Kurdistanê ye û erkekî hevbeş e berdewamiya hevbeşiya rasteqîne diparêze û ji bo cibicîkirin û bidûvçûna naveroka vê rêkeftinê, komîteyeke hevbeş pêk tê û mehane, yan di dema pêwîst de dicive.   

Partiya Demokrat a Kurdistanê       Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê

4/3/2019                                              4/3/2019

 

----------------

Paşkoya Rêkeftina Siyasî ya di navbera Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê û Partiya Demokrat a Kurdistanê de derbarê parêzar û parêzgeha Kerkûkê.

Bi damerandina Hikûmeta Herêmê re, di 3/3/2019an de gavên pêwîst bo çareserkirina pirsgirêkên parêzgarê Kerkûk destpê dikin û destnîşankirina parêzgar li gor rêkeftina berêzan Mesûd Barzanî û Kusret Resûl dibe.

Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê        Partiya Demokrat a Kurdistanê

4/3/2019                                                  4/3/2019  

 

S. B