Tirkiye: Me tu caran Kurd nekirine armanc

Serokomariya Tirkiyê dibêje, wan tu carê Kurd nekirine armanc û tenê şerê DAIŞ û PKK û YPG dikin

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokomariya Tirkiyê dibêje, wan tu carê Kurd nekirine armanc û tenê şerê DAIŞ û PKK û YPG dikin.

Peyvdarê Serokomariya Tirkiyê Îbrahîm Kalin da xuyakirin, Armanceke têkoşîna Tirkiyê li Sûriyê ev e ku dixwazin Kurdan ji fişarên PKKê rizgar bikin.

Da zanîn,  ew tu carê qebûl nakin ku rêxistineke terorê wek nûnerê Kurdan were destnîşankirin û di serî de vê yekê bo Kurdan heqaretê dizanin.

Kalin got, îdîayên ku Tirkiye kurdan dike armanc ji rastiyê dûr in û Tirkiye tenê şerê DAIŞ, PKK û YPG dike.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo dabû xuyakirin, ew dixwazin Kurdan ji êrişên Tirkiyê biparêzin û John Bolton jî dabû xuyakirin, heta ku Kurd bi peymanekê neyên parastin, ew dê li Sûriyê bimînin.

 

 

C.B