Serok Barzanî: Ti paşvekêşiyekê ji Kurdîstanîbûna nasnameya Kerkûkê nakin

Serok Barzanî derbarê rewşa Kerkûkê de peyamek belav kir û tê de amaje bi wê yekê dike, pirsgirêka Kerkûkê ne tenê girifta siyasî ya di navbera du partiyan de ye, belkû pirseke dîrokî û siyasî ya kevin e.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî derbarê rewşa Kerkûkê de peyamek belav kir û tê de amaje bi wê yekê dike, pirsgirêka Kerkûkê ne tenê girifta siyasî ya di navbera du partiyan de ye, belkû pirseke dîrokî û siyasî ya kevin e.

Serok Barzanî di peyama xwe de ragihand, “Kêşeya Kerkûkê tenê ne girifta siyasî ya di navbera du partiyan, yan gengeşeya siyasî ya di navbera çend aliyen ye. Di rastiyê de kêşeya Kerkûk babeteke dîrokî û siyasî ya kevin e û di heman demî de jî firehrehend û mezin e.”

Serok Barzanî diyar dike, “Bi sedema wê rewşa neasayîya bi ser Kerkûkê de hatiye û ji ber pêwîstiya asayîkirina rewşa ewlehî û îdarî ya bajar û xizmetkirina xelkê Kerkûkê û her wiha çareserkirina kêşeyan bi giştî, em ligel wê ne ku rêkeftin û hevreyîya aliyên Kurdan, pêngaveke girîng e, lê belê ligel wê jî pêwîst e kêşeyên Kerkûkê bi parêzger ve jî di destpêkê di navbera Hewlêr û Bexda de bê yekalîkirin û bê çareserkirin. Her encamek jî hebe, divê cihê rizamendiya hemû pêkhatên Kerkûkê be.

Di beşeke din a peyamê de hatiye, “Niha rewşeke erênî di pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexda de hatiye holê û ev jî derfeteke gelek baş e ku bi sûdwergirtina wê rewşa erênî giriftên ewlehiyê û îdarî yên Kerkûkê jî çareser bibe û di çarçoveya destûr de Kerkûk vegere ser rewşa xwe ya asayî. Ji ber ku ew rewşa niha li Kerkûkê heye, nabe berdewam be.”

Serok Barzanî tekez dike: “Niha û berê jî raya me wiha bûye ku li ser Kurdîstanîbûna nasnameya Kerkûkê paşvekêşiyê nakin û divê Kerkûk bibe mînaka pêkvejiyana neteweyî û olî û hemû pêkhate bikarin bi aştî, birayetî û tebayî li Kerkûkê bi hev re hevdu bijîn.”

 

S. B