Îmamoglu: destdanîna li ser şaredarên HDPê nayê qebûlkirin

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu radigihîne, destdanîna li ser şaredarên HDPê nayê qebûlkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu radigihîne, destdanîna li ser şaredarên HDPê nayê qebûlkirin.

Ekrem Îmamoglu bi riya twîtira xwe nerazîbûn li dijî destdanîna ser şaredariyên HDPê nîşan da û nivîsî: Şaredarên HDPê yên Diyarbekir, Wan û Mêrdînê bi dengên xelkî hatine hilbijartin. Jikardûrxistina wan û erkdarkirina qeyûman li şûna wan, bi demokrasiyê nayê şîrovekirin. Nasnekirina viyana xelk nayê qebûlkirin.

Îro bi biryara Wezareta Navxwe ya Tirkiyê bi bihaneya bangeşeya bo terorê, şerdarên HDPê yên Bajarê Mezin ê Diyarbekirê Adnan Selçuk Mizraklî, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Hevşaredara Wanê Bedîa Ozgokçe Ertan ji kar hatin dûrxistin.

 

S. B