Macron daxwaz ji Trump dike êrîşa Tirkiyê rawestîne

Serokê Fransayê di pêwendiyeke telefonî de daxwaz ji Serokê Amerîka kir, êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Fransayê daxwaz ji Serokê Amerîka dike, êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê rawestîne.

Nivîsgeha Serokê Fransayê belav kir, Di pêwendiyeke telefonî de Serokê Fransa Emmanuel Macron daxwaz ji Serokê Amerîka Donald Trump kir, êrîşa Tirkiyê ser rojhilatê Firatê rawestîne.

Nivîsgeha Serokê Fransayê amaje bi wê yekê kir, Fransa û Amerîka dê di rojên bê de hevahengiyeke zêdetir bikin.

Serokê Fransa Emmanuel Macron roja 9ê vê mehê jî daxwaz ji Tirkiyê kiribû, bilez êrîşa xwe rawestîne.

Ev yek di demekê de ye, Pentagonê ragihandibû, şeva bûrî artêşa Tirkiyê girê Miştenûrê li Kobanê nêzîkî binkeya Amerîkî û Fransî topbaran kiribû.

Di wê derbarê de, duhî Wezîrê Bergîriyê yê Amerika Mark Esper di konferanseke rojnamevanî de ragihand, ew ji biryara Tirkiyê ya yekalî ya êrîşê gelekî nîgeran in û Enqere jî ne bi niyaz e êrîşê rawestîne.

Wezîrê Bergîriyê yê Amerika ragihand jî, wan bi aliyên Tirkiyê re gotine ku divê ew di êrîşên xwe de sînordar bin.

 

S. B