Firokeyên Hevpeymaniyê bingehên DAIŞê li Mexmûrê bordûman kirin

Fermandeyekî hêzên Pêşmerge ji Kurdistan24ê re: Sibeha îro, firokeyên cengî yên Hevpeymanan li newalên Bor, Şor û Biçûk li Çiyayê Qereçûx, êrîşî bingehên çekdarên DAIŞê kirin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Îro firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî bingehên çekdarên DAIŞê li derdora Mexmûrê bordûman kirin.

Fermandeyekî hêzên Pêşmerge ji Kurdistan24ê re ragihand, ku sibeha îro, firokeyên cengî yên Hevpeymanan li newalên Bor, Şor û Biçûk li Çiyayê Qereçûx, êrîşî bingehên çekdarên DAIŞê kirin.

Wî fermandeyî got: Heya niha ziyanên çekdarên DAIŞê ji encama wê êrîşê nehatine zanîn.

Ev yek di demekê de ye, ku çekdarên DAIŞê li Iraqê dest bi êrîş û teqînan kirine. Şeva 8/11/2018an jî, ji bo yekemcar piştî kontirolkirina bajarê Mûsilê, otombêleke mînkirî li nêzîkî xwaringeheke wî bajarî teqiya û di encamê de, 2 kesan jiyana xwe idest dan û nêzîkî 14 kesên din birîndar bûn.

N.O