Bi vîdyo.. Tîma Kurdistan24 derbasî kampa Baxozê bû

Kamîreya Kurdistan24ê derbasî kampa Baxozê bû û li wê deverê liv û tevgera DAIŞê jî diyar dibe û hîna alên wan li wê deverê blindkirî ne. Şervanekî HSDê jî dibêje, wan di dema dawî de kariye vê kampê kontrol bikin û da zanîn jî ku li vê deverê gelek tonel hene.
kurdistan24.net

K24 – Baxoz

Di dema dawî de hejmarek mezin ji çekdar û malbatên DAIŞê ji kampa Baxozê derketibûn û xwe radestî HSDê kiribûn. Herwiha şervanên HSDê jî karîbûn wê kampê ji çekdarên DAIŞê kontrol bikin. Tîma Kurdistan24 derbasî kampa Baxozê bû ku hîna gelek paşmayên û alên DAIŞê lê mabûn.

Şervanekî HSDê ji K24ê got: “Me ev cih kontrol kir. Beşek ji çekdarên DAIŞê xwe li vê derê xwe bicih kiribûn û kort û tonel lê kolandine.”  

Şervanekî din ê HSDê dibêje: “Me niha şer rawestandiye ji ber ku sivîl û malbatên DAIŞê hene û li hêviya ku tevahiya wan derkevin ta em operasyona xwe ya dawî encam bidin û niha ew xwe radestî me dikin û bi saya xwedê emê ji wan tine bikin , lê tenê ji ber zarok û sivîlan em rawestiya ne.”