Piştîwan Sadiq dema bidawîbûna paşeketkirina mûçeyan eşkere kir

Endamê serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Piştîwan Sadiq: Komîteyek ji bo pêdeçûnê ji budceya sala 2019an ya Iraqê re hatiye pêkanîn û paşeketkirin wê bidawî bê.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Endamê serkirdatiya Partiya Demokrat a Kurdistanê Piştîwan Sadiq ragihand, ku komîteyek ji bo pêdeçûnê ji budceya sala 2019an ya Iraqê re hatiye pêkanîn.

Piştîwan Sadiq diyar kir, ku wezîrê diraviya Fûad Hisên, bi bizav û jêhatîbûna xwe û bi piştevaniya Serok Barzanî û PDK, hemû bizavan ji bo misogerkirina mafên destûrî yên gelê Kurdistanê di budceya Iraqê de dike.

Sadiq ji welatiyên Herêma Kurdistanê re tekez kir, ku bi bizavên Wezîrê Diraviya Iraqê, wê pêdeçûn li ser pişka Herêma Kurdistan ji budceya Iraq re bê kirin û hêdî hêdî wê paşketkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê bidawî bê.

Di pirojeyasaya budceya Iraqê de, destûra Iraqê hatiye binpêkirin û pişka Herêma Kurdistanê ji bo 12% hatiye kêmkirin, lê niha gotûbêj berdewam in, daku pişka Kurdistanê wek berê 17% be.

N.O