Helbûsî: Piştîvanîya Nêçîrvan Barzanî dikîn bo çareserkirina tevaya arîşeyan

Mehemed Helbûsî, serokê Civata Nwênerên Îraqê, piştîvanîya xwe nîşan da bo Nêçîrvan Barzanî wek serokê nû yê hikumeta Herêma Kurdistanê û stayîşa rolê serok Barzanî kir bo bi destvehînana mafên gelê Kurd.

K24- Hewlêr

Helbûsî di merasîma sûndxwarina Nêçîrvan Barzanî de ragehand: Pîrozbahîyê li Nêçîrvan Barzanî dikim û hilbijartina wî pêngaveka  giringe bo pêşveçûna peywendîyên Bexda û Hewlêrê.

Ragehand jî: Me asteng li pêşin û hilbijartina Nêçîrvan Barzanî jî delîveyeke bo çareserkirina arîşeyan bi awayek ku ti arîşe nemînin, ji bo evê yekê jî em piştîavnîya wî dikîn.

Amaje bi wê yekê jî da: Rêzdar Mesûd Barzanî di dema nîv Sedeya bûrî de, hewlek mezin daye bo bidestvehînana mafên xelkê Kurdistanê û berdewamî daye karwanê Mela Mistefa Barzanî.

Mehemed Helbûsî ragehand jî:  Niha Kurdistan bûye alîyek bihêz û dikare rikaberînîyê li gel welatên hevsû bike.