Serokerkanê Rûsî: Amerîka dixwaze keyaneke Kurdî li bakurê Sûriyê dirust bike

Serokê Desteya Erkana Rûsyayê General Valery Gerasimov ragihand, Amerîka hewl dide keyaneke Kurdî ya ji Şamê serbixwe li bakurê Sûriyê damezirîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê Desteya Erkana Rûsyayê General Valery Gerasimov ragihand, Amerîka hewl dide keyaneke Kurdî ya ji Şamê serbixwe li bakurê Sûriyê damezirîne.

General Valery Gerasimov di hevdîtineke ligel leşkerên biyanî de ragihand, “rewş li rojhilatê Firatê aloz dibe, Amerîka hewl dide ji Kurdên Sûriyê re dewleteke nîv serbixwe ji Şamê li bakurê Sûriyê dirust bike û niha hikûmetekê bi navê Federaliya Bakurê Sûriyê ya Demokratîk dadimezrirîne.”

Herwiha got jî: “Amerîk di riya dana arasteyên cudaxwaz û keresteyên leşkerî re, derfet ji wan re çê dibe ku tengiyê li eşîreyên Ereb bikin.”

Serokê Desteya Erkana Rûsyayê got: “Çekdarên DAIŞê li rojhilatê Firatê yên di bin kontrola Amerîka tenê hene.”

Got jî:“Meha Berçileya sala bûrî operasyona jinavbirina grûpên çete li Sûriyê bidawî bû, lê niha çekdarên DAIŞê tenê li rojhilatê Firatê li navçeyên di bin kontrola Amerîka de hene. Di demekê de grûpên din bi serkêşiya Bereya Nusrayê li navçeya kêmkirina aloziyan a li Idlibê mane.”

Serokê Desteya Erkana Rûsyayê tekez kir jî, “DAIŞ dest bi berferehkirina çalakiyên xwe li rojhilatê Firatê kiriye.”

Amaje bi wê jî kir: “Hevpeymaniya Navdewletî bi serkêşiya Amerîka û Hêzên Sûriyeya Demokratîk yên ser bi wê ve nikarin navçeya Hecînê ku di destê DAIŞê de kontrol bikin.”

 

S. B