Mezlûm Ebdî spasiya helwesta Serok Barzanî dike

Dermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî spasiya helwesta Serok Barzanî kir û ragihand, deriyê Sêmalka henaseya Rojavayê Kurdistanê ye û dê destê hêzên wan de bimîne.

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Dermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Ebdî spasiya helwesta Serok Barzanî kir û ragihand, deriyê Sêmalka henaseya Rojavayê Kurdistanê ye û dê destê hêzên wan de bimîne.

Fermandarê HSDê Mezlûm Ebdî di konferanseke rojnamevanî de ragihand ragihand, ew spasiya helwesta Serok Barzanî û berpirs û partiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê dikin û got jî, pêwîst e li ser van êrîşên ser Rojavayê Kurdistanê hêzên Kurdistanî bibin yek.

Derbarê gotinên radestkirina deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de bo hikumet Suriyê, Ebdî got deriyê Sêmalka henaseya Rojavayê Kurdistanê ye û stratejîk e û dê destê hêzên wan û Rêveberiya Xweser de bimîne û ew ti carî bazarê ser vî deriyî nakin.

Mezlûm Ebdî li ser êrîşên artêşa Tirkiyê de got, êrîşa Tirkiyê berdewam dike, Trump û Amerîkayê jî berpirsyaretiya vê yekê heldigrin.

Herwiha got, Amerîka êrîşa Tirkiyê ranewestandiye û bi tenê hewla fişarên aborî û dîplomasî dike, bêyî ku ti encamên mezin pêk bîne. Got jî, wan rêkeftina Amerîkî - Tirkî qebûl nekiriye û tenê wan agirbet qebûl kiriye.

 

 

S. B