Serok Barzanî: Dorin dostê gelê Kurdistanê bû

Serok Barzanî di peyama xwe de serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêş kir û Balyoz Bernard Dorin wekî dostê gelê Kurdistanê û dostekî nêzîkî xwe wesf kir

K24 – Navenda Nûçeyan

Serok Barzanî bi egera koça dawî ya Bernard Dorin - Balyozê berê yê Fransa li London a Ingilistanê, bi rêya peyamekê serxweşiyên xwe gihand malbata Balyoz Bernard Dorin.

Serok Barzanî di peyama xwe de serxweşî û hevxemiya xwe pêşkêş kir û Balyoz Bernard Dorin wekî dostê gelê Kurdistanê û dostekî nêzîkî xwe wesf kir.

Bernard Dorin di 89 saliya xwe de koça dawî kir, di salên 1990-1993an de Balyozê Fransa li paytexta Ingilistanê Londonê bû.

 

 

C.B