CHP dijî perwerdeya bi Kurdî derdikeve

Li Tirkîyeyê partîya mixalefeta sereke CHP bi sernavê "Em Perwerdehîyekê Çawa Dixwazin" li ser sîstema perwerdehîya Tirkîyeyê bi beşdarîya bi sedan perwerdekar, pispor û zanyaran komxebatekê lidar xist. Bi vê komxebatê CHP wê bername û politikaya xwe ya perwerdehîyê wek ku wê bibe desthilatdar revîze bike û wê pêşkêşî raya giştî bike. Serokê giştî yê CHPê politikaya perwerdehîyê ya hikûmetê rexne kir û got, divê sîstema perwerdehîyê bi awayekî zanistî û laîsîzmê bê sererastkirin.

K24- Enqere

Kemal Kiliçdaroglu, serokê CHPê, got:"Li Tirkiyeyê hin kesayet polîtîkaya perwerdehîyê çêdikin. Lê divê zanyar, akademîsyen û sazî bi hev ra polîtîkayekê perwerdehîyê bipêş bixin. Divê sîstema perwerdehîyê li gorî zanist, laîktî û li gorî şert û mercên hevax bê sererastkirin. Divê zarokên li rojhilatê welêt jî perwerdeyeke baş bibînin û di navbera herêman da firq û cudahî neyên kirin."

Komxebata CHPê bi 6 kom û sernavên cihê hate kirin. Lê belê di komxebata CHPê da derbarê perwerdeya bi zimanê zikmakî û Kurdî da tu sernavekê û nîqaşekê tunebû. Cîgir serokê CHPê û berpirsê serokatîya perwerdehîyê ya CHPê Yildirim Kaya dide zanîn ku ew ji xeynî zimanê Tirkî qebûl nakin ku ji dibistana seretayî heta zanîngehan perwerdehîya bi zimanê Kurdî bê dayîn.

Yildirim Kaya, cîgir serokê CHPê û berpirsê Komîsyona Perwerdehîyê dibêje:"Li Tirkîyeyê zimanê fermî Tirkî ye û divê her kes bi Tirkî perwerdehîya xwe bibîne. Lê belê kî bixwaze ew dikare bi rîya kursan û sazîyên taybet fêrî zimanê xwe bibe. Lê belê em piştgirî nadin vê yekê ku ji dibistana seretayî heta zanîngehê bi zimanê zikmakî perwerdehî bê dayîn."

Li alîyê din xwendekarên zanîngehê jî ji ber bihabûna perwerdehîyê û ji ber bêkarîyê bi gilî û gazinc in.

Alî Haydar Aslan, xwendekarê zanîngehê, fibêje:"Aborîya Tirkîyeyê jixwe nebaş e. Îja perwerdehî jî gelekî biha ye. Gelek kes ji ber kredîyan dev ji xwendina xwe berdidin. Divê perwerdehî bêpere be û her kes karibe xwe bigihîne perwerdehîya bi kalite."

Li alîyê din CHPê dide zanîn ku divê di 24ê Mijdarê roja mamosteyan da bo mamsoteyan mûçeyekê îkramîye bê dayîn û mûçeyên wan bê sererastkirin û her wiha mamosteyên ku bi KHKê ji karên xwe hatine avêtin jî vegerîn ser karûbarên xwe.