Li nêzîk sinûrê Suriyê burdûmana mefrezeyeke YPGyê hat kirin

Li nêzîk Sihêla, hev sinûrê Suriyê, mefrezeyeke YPGyê ji alîyê firokeyê ne nasyayî hat burdûmankirin û li gor zanyarîyên destpêkê 5 gerîla yên YPGyê can xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye.

K24- Dihok

Li nêzîk Sihêla, hev sinûrê Suriyê, mefrezeyeke YPGyê ji alîyê firokeyê ne nasyayî hat burdûmankirin û li gor zanyarîyên destpêkê 5 gerîla yên YPGyê can xwe ji dest dane û yek jî birîndar bûye.

Li gor zanîyarîyên  Kurdistan24 ku ji fermandeyên Pêşmerge li nêzîk wê derverê bi destve anîne, şekdarên YPGyê mefreze û bose hene daku rêgirîyê ji hatina wan kesan bikin ewên dixwazin bi qaçax bihên Herêma Kurdistanê û ev şev ji alîyê firokeyê ve hatin burdûmankirin.

Nûçegihanê Kurdistan 24 li Dihokê ragehand: Ew burdûman di navbera Gundê Pêşabûr a Kirîstîyanan û pira Sihêla bûye.

Heya niha ti alîyan berpiryartîya xwe li ser evê hêrişê nîşan nedaye zanîyarî bi nehatîne balavkirin.

Hevdem çavkanîyên YPGyê jî derbarê vê bûyerê ti zanîyarîyek belav ne ragehandîye