Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo çaksaziyên hikûmetê derbirî
K24 – Navenda Nûçeyan
Serok Mesûd Barzanî li gel Berpirsê Desteya Rêxistina Cemawerî û Pîşeyî yên Partiya Demokrat a Kurdistanê û her sê Sekreteriyeta Afretan(Jinan) û Qutabiyan(Xwendekaran) û lawan(Ciwanan) civiya û di civînê de piştevaniya xwe ji bo çaksaziyên hikûmetê derbirî.
Di vê civînê de Serok Barzanî li gotarek da ronahî xiste li ser rewşa siyasî û guhertinên dawî yên li ser asta Iraq û navçeyê û her wiha balkişand li ser gefên li pêş gelê Kurdistanê û çawayiya rûbirûbûna wan. Serok Barzanî behsa rola bi bandor û yek alîkerê Partiya Demokrata Kurdistanê ya li parastin û berevanîkirina Kurdistanê û ragihand ku li hilbijartinên bihurî da xelkê Kurdistanê padaşta helwestên PDK da.
Her di vê civînê de Serok Barzanî piştevaniya xwe ji bo proje û bernameyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê li babeta çaksazî ya li warên cûda cûda de, her wiha rêxistin û baştirkirina rewşa hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê derbirî û bi hengavekî girîngê pêşketina Herêma Kurdistanê da zanîn.
Di beşeke din a vê civînê de Serok Barzanî ji bilî balkişandina li ser girîngiya rêxistinên jin û xwendekar û ciwanan, tekez li ser pêşengbûna rola jinan, xwendekar û ciwanan ya li hemû guhertin û pêşveçûnek de kir.
Serok Barzanî palpiştiya xwe ya tevahî ji bo daxwaziya ciwan, xwendekar û jinan ragihand û daxwaz jî kir ku ew sê rêxistinên girîng ji bo wan prensîpên xwe vegerin ku bi wê navê de hatine damezrandin.
S. B