Komîsyona Ewrûpayê daxwaza serbestberdan a parlementerên HDPyê dike
K24 – Navenda Nûçeyan
Komîsyona Ewrûpayê daxwaza azadkirina parlementerên HDPyê yên girtî dike.
Seroka Civata Parlementerên Komîsyona Ewropayê Liliane Maury Pasquier ragihand ko, ew ji ber cezakirina Hevserokê berê yê HDPyê Selahattîn Demîrtaşî dilgiran in û cihê parlementeran girtîgeh nîn in. Mafê azadiya axaftinê ji bo parlementeran gelek girîng e û ew rewşa parlementerên girtî yên HDPyê ji nêzik ve dişopînin.
Liliane Maury Pasquier da zanîn ko, ew li Enqereyê digel berpirsên Tirkiyê ji bo azadiya parlementeran danûstandinan dikin û hewlên wan dê berdewam bikin.
Hefteya borî Dadgeha Stenbolê 4 sal û 8 meh ceza da bû Selahattîn Demîrtaşî. Demîrtaş nêzikê 2 sal in girtî ye.
C.B