Hûrgiliyên topbarana Tirkiyê ji hêzên Amerîkî re

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) piştrast kir, binkeyeke wê li girê Miştenûrê li Kobanê ji aliyê Tirkiyê ve hat topbarankirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezareta Bergîriyê ya Amerîka (Pentagon) piştrast kir, binkeyeke wê li girê Miştenûrê li Kobanê ji aliyê Tirkiyê ve hat topbarankirin, Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê red dike wan êrîşî hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Amerîkî kiribe.

Peyvdarê bi navê Pentagonê Brook DeWalt ragihand, teqînek çend sed metroyan li nêzîkî binkeya Hevpeyaman ket, Tirkiye jî dizane ku hêzên Amerîkî lê hene.

Brook DeWalt da zanîn, piştî bûyerê pêdaçûn derbarê hemû hêzên Amerîkî de hate kirin û hêzên Amerîkî ji Kobanê venekişiyane.

Peyvdarê bi navê Pentagonê ragihand, Amerîka daxwaz ji Tirkiyê dike, kiryarên wiha neke, ji ber ku ev yekê dê bibe sedema tevgereke berevaniyê ya bilez ji aliyê wan de.

Ji aliyê xwe ve, Wezareta Bergîriyê ya Tirkiyê di daxuyaniyekê di derbarê êrîşa şeva bûrî ser Girê Miştenûrê yê hêzên hevpeymanan lê bicîh bûne de da zanîn, wan li hemberî hêzên Amerîkî û Hevpeymanan, çi êrişek encam nedane.

Ji aliyekî din ve, Serokerkanê Hevbeş ê Amerîka Mark Milley di konferanseke rojnamevanî de ragihandibû, wan Tirkiye bi hemû cihên hêzên Amerîkî agahdar kirine.

 

S. B