Pentagonê derbarê Tirkiyê de raportek "veşartî" raberî kongressê kir

Li gorî raporta Pentagonê ya veşartî ku beşek jê eşkere bûye, eger e piştî hewlên Tirkiyê ku dixwaze ji Rûsyayê S-400an bistîne, gemaroya Amerîkayê ya li dij wê jî, wê ne tenê di kirîn an jî prosesa radestkirina F-35an de bi sînorkirî bimîne.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li gorî raporta Pentagonê ya veşartî ku beşek jê eşkere bûye, eger e piştî hewlên Tirkiyê ku dixwaze ji Rûsyayê S-400an bistîne, gemaroya Amerîkayê ya li dij wê jî, wê ne tenê di kirîn an jî prosesa radestkirina F-35an de bi sînorkirî bimîne. Pisporên Pêywendiyên Navdewletî ên li Tirkiyê jî egera qeyraneke nû û ev rûdana krîtîk nirxandin.

Piştî F-35'an qeyraneke nû rû dide di nava Tirkiye û Amerîkayê de. Wezareta Parastinê ya Amerîkayê (Pentagon) derbarê Tirkiyê de raportek veşartî raberî kongressê kir. Li gorî raporta Pentagonê eger e hewla Tirkiyê ya ji Rûsyayê standina S-400an, ne tenê di radestkirina F-35an de, wê bandorê li ser kirîna helîkopterên CH47F Chinook, UH-60 Black Hawk û firokeyên şer F-16an jî bike ku ew jî ji aliyê hin kompanyayên din ên Amerîkayê ve têne hilberîn.

Piştî vê raporta veşartî ya Pentagonê careke din ew pirsa giring hate rojevê. Digel bi dehan kêşeyên din ên ku nehatine çareserkirin, bi ser de jî ev rûdan, gelo wê bandorake çawa li pêywendiyên di nava Tirkiye û Amerîkayê de bike? Wek tê îdiakirin mimkûne ku qeyraneke nû rû bide? Pisporên pêywendiyên navdewletî bersiva vê rûdan krîtîk wiha didin.

Pisporê Peywendiyên Navdewletî Mustafa Pekoz ji K24ê re got: "Ev demeke dirêj e kêşeya Halk Bankê û ên li Sûriyê jî di navê de neanî rojevê ji bo başbûna pêywendiyan Amerîkayê polîtîkayeke nerm meşand. Ji bo çi ji bo Tirkiye vegere standarta pêywendiyê berê ên bi NATO û Amerîkayê re. Lê dema Tirkiye di standina S-400an de israr bike wê di çarçoveya wê raporta Pentagonê de Tirkiye li beramberî qeyraneke mein rû bi rû bîmîne û ev qeyran wê di pêş de hê kûrtir bibe di nava Amerîka, Tirkiye û Rûsyayê de."

Herwiha Pentagonê di raporta xwe ya ku bi îbareya veşartî raberî kongressê kiriye de dibêje: her çiqas Tirkiye partnera bernameyê ya giring be jî, wê berdewamiya partneriya wê ya ji 8 welatan ku di bernameya F-35an de cih digirin carekke din ji nû ve bê nirxandin, ji ber sedema girêdana peymana S-400an ya bi Rûsyayê re.

Balyozê Tirkiyê yê berê li Amerîkayê Faruk Logoglu ji K24ê re got: "Di vê serdema em tê de ne, sedemeke têr û tijî nîn e ku kongressa Amerîkayê bi çavekî baş li Tirkiyê binihêre. Ji aliyê mafên mirovan bigirin heta girtiyên Amerîkî ên li Tirkiyê, kêşeyên li Sûriyê û mijara S-400'an. Loma jî ji kongressê îxtimala derketina biryareke neyînî zêde ye li dijî Tirkiyê. Dev ji biryara neyînî berdin, axaftina wê raporta Pentagonê bixwe jî, têra wê yekê dike ku di nava Tirkiye û Amerîkayê de krîzek rû bide. Eger e Erdogan li Arjantînê vê mijarê bi Trump re jî biaxive."

Berî niha ji aliyê Amerîka û NATO'yê ve jî bertek hatibûn nîşandan, li dijî peymana Tirkiyê ku bi Rûsyayê re girêda bû, derbarê standina S-400an ku Rûsya ne endamekî NATO'yê ye. Hatibû gotin ev yek wê bandorê li ser firotina çekan ya ji bo Tirkiyê jî bike. Trump jî biryara demdemî ya li dijî Tirkiyê ya derbarê rawestîna firotina F-35an pesend kiribû. Li ser vê yekê WezÎrê Derve yê Tirkiyê Mevlût Çavuşoglu jî gotibû em nikarin betal bikin ji ber ku peyman hatiye girêdan. Tirkiyê, ji sala 2002an vir ve di nava bernameya standina F-35an de cih digire û heta niha jî 1.25 milyar Dolar pere dane.