Hikûmeta Sûryê belavokên hişyariyê li ser bajarê Idlibê belav dike

Netewên Yekgirtî daxwaz ji Tirkiyê kiriye, deriyê xwe li ber penaberan veke, dema ku hêzên Hikûmeta Sûryê êrîşî Idlibê bikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Jêderên xwecihî li parêzgeha Idlibê ragihandin, ku helîkopterên serbazî yên rêjîma Sûryê, hin belavok li ser beşekî ji bajarê Idlibê avêtine û têde daxwazê ji xelkê dikin, ku tevlî piroseya lihevhatinê bi Hikûmetê re bibin.

Ji aliyê xwe ve, Çavdêrgeha Sûrî ji bo Mafên Mirovan belav kiriye, ku di naveroka wan belavokan de hatiye: Şer ber bi dawîbûnê ve diçe, hevkariya we bi Hikûmetê re, wê we ji desthilata çekdaran rizgar bike, dem hatiye ku rijandina xwînê raweste, em ji we dixwazin ku hûn tevlî piroseya lihevhatinê bibin.

Berî niha Şêwirmendê Şanderê Navdewletî ji bo Sûryê (Yan Eglan) ragihandibû, ku Netewên Yekgirtî daxwaz ji Tirkiyê kiriye, deriyê xwe li ber penaberan veke, dema ku hêzên Hikûmeta Sûryê êrîşî Idlibê bikin.

N.O