“250 çekdarên DAIŞê di şikefteke Baxozê de xwe veşartine”

Rewangeha Sûrî y Mafên Mirovan aşkere dike, hîna nêzîkî 250 çekdarên DAIŞê di şikefteke Baxozê de xwe veşartine.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rewangeha Sûrî y Mafên Mirovan aşkere dike, hîna nêzîkî 250 çekdarên DAIŞê di şikefteke Baxozê de xwe veşartine.

Rewangeha Sûrî y Mafên Mirovan belav kir, DAIŞ bi tevahî li Sûriyê bidawî nehatiye û hîna çalakiyên wan li navçeyên rojhilatê çemê Firatê hene.

Aşkere kir jî, nêzîkî 250 çekdarên DAIŞê di şikefteke derdora Baxozê de xwe veşartine û hîna xwe radestî Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) nekirine.

Derbarê dîlên di destê DAIŞê de jî Rewangehê amaje bi wê yekê dike, piştî rizgarkirina Baxozê dawî berîka DAIŞê, lê hîna çarenivîsa bi hezaran dîlên di destê DAIŞê de ne diyar e.

Ev yek di demekê de ye, duhî HSDê li Baxozê di rêwresmekê de rizgarkirina Baxozê û serkeftina yekcarî bi ser DAIŞê de ragihandibû.

 

S. B