Destvekişandina Adil Ebdilmehdî hat pesendkirin

Di rûniştina îro ya Parlemana Iraqê de, nameya destkişandina Adil Ebdilmehdî ji posta Serokwezîrê Iraqê hat pesendkirin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Di rûniştina îro ya Parlemana Iraqê de, nameya destkişandina Adil Ebdilmehdî ji posta Serokwezîrê Iraqê hat pesendkirin.

Serokê Parlemana Iraqê Mihemed Helbûsî nameya destvekişandina Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdilmehdî di rûniştima Parlemanê de xwend.

Helbûsî piştre ragihand, li gor madeya 75 a destûrê, destvekişandina Adil Ebdilmehdî hat pesendkirin.

Helbûsî ragihand jî, daxwaz ji Serokomar dikin, di heyama 30 rojî de, Serokwezîrekî bo pêkanîna kabîneya nû ya Hikûmetê rasparde.

Adil Ebdûlmehdî roja 29ê Mijdara bûrî ragihandibû, ewê nameya destê xwe ji posta Serokwezîrtiya Iraqê vekişîne û nameya destvekişandinê pêşkeşî Parlemenê bike.

 

 

S. B