Ewropa li kêleka Îranê rawestiya

Yekîtiya Ewropa, Firensa, Almanya û Birîtanya di daxuyaniyeke hevbeş de, dijatiya xwe ji sizayên Amerîka li ser Îranê dan xuyakirin û diyar kirin, ku ew parastina karê yasayî yê kompaniyên Ewropî li Îranê dikin.

K24 - Navenda Nûçeyan.

Yekîtiya Ewropa, Firensa, Almanya û Birîtanya di daxuyaniyeke hevbeş de, dijatiya xwe ji sizayên Amerîka li ser Îranê dan xuyakirin û diyar kirin, ku ew parastina karê yasayî yê kompaniyên Ewropî li Îranê dikin.

Li gorî Ajansa Reutersê, welatên navhatî derbarê sizayên li ser Îranê ragihandine, ku armanca wan parastina bihevguherîna bazirganî ya kompaniyên Ewropî ye li gel Îranê û parastina biryara 2231 ya Encûmena Ewlehiya Navdewletî ye, ya ku behsa rakirina sizayan ji ser Îranê dike.

Îro qunaxa diwem ya sizayên Amerîkî li ser Îranê ket warê bicîkirinê de û Îran jî rijd e li ser firotina petrolê û tekez dike, ku ewê li dijî Amerîka raweste.

Berî niha jî, serokê Îranê Hesen Rûhanî ragihandibû, ku welatên Ewropa piştevaniya Îranê dikin.                                                                    

Ji aliyê xwe ve, îro şanderê taybet ê serokê Rûsya Alexander Lavrentiev gihişte Taranê û li gel sikirtêrê Encûmena Bilind ya Asayişa Netewî ya Îranê Elî Şemxanî civiya û piştevaniya welatê xwe ji Îranê re ragihand.

Herwiha Şanderê Taybet ê Serokê Rûsya tekez kir, ku Mosko pêbendî sozên xwe ye û ewê li kêleka Taranê rasewte.

N.O