Live TV RADIO

KURDISTAN24

  • Erbil
  • -
  • Türkçe
  • |
  • English
  • |
  • Kurdî
  • |
  • فارسی
  • |
  • عربي
  • |
  • كوردی
KURDISTAN 24
  • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiye
    • Îran
    • Sûriye
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
  • Aborî
    • Kurdistan
    • Cîhan
  • Werziş
    • Kurdistan
    • Giştî
  • Çand
    • Muzîk
    • Sînema
    • Pirtûkxane
    • Şano
    • Helbest
  • Magazîn
    • Tenduristî
    • Geştyari
    • Teknelojiya
    • Giştî
    • Jîngeh
  • Hevpeyvîn
  • Gotar

Derbarê Me | Peywendî  | Appên | Derfatên kar

Kurdistan

Li Efrîn û Cindirêsê 2 teqîn çê bûn

Kurdistan24 Hewlêr Kurdistan24 Hewlêr |
   |   

Li Efrîn û Cindirêsê 2 teqîn çê bûn
Dîmenek ji teqîna li Cindirêsê / Wêne: Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê
Efrîn Cindirês Teqîn Grûpên Çekdar

K24 – Navenda Nûçeyan

Duhî teqînek li Efrînê û teqînek li navçeya Cindirêsê rû dan û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin û hejmarek kesên din birîndar bûn.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, li Efrînê li ser riya Raco bombeyek bi otombîlekê de teqiya û di encamê de 2 çekdar hatin kuştin.

Herwiha da zanîn, li navçeya Cindirêsê li nêzîkî bargegehek grûpên çekdar teqiya û hin kes birîndar bûn.

Berî sê rojan jî otombîleke bomebarkirî li nêzîkî baregaha Ehrar El- Şam li Cindirêsê teqiyabû û di encamê de 2 çekdar hatibûn kuştin û 5 çekdarên din jî birîndar bûbûn.

Ji navîna meha bûrî ve li Efrînê şer û pevçûn di navbera artêşa Tirkiyê û hin grûpên çekdar li dijî grûpa Şuhada el-Şerqiyê derket û piştî gelek kuştî û birîndara grûpa Şuhada el-Şerqiyê çekên xwe danîn.

Li gor zanyariyên K24, ji wê demê ve, rewş li Efrînê ne ewle û aram e û car caran teqe, pevçûn û teqîn rû didin, piraniya wan jî di nava çekdaran bixwe de dibin.

Ji aliyê xwe ve, Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê jî amaje bi wan teqînan kir û ragihand, grûpên çekdar bi armanca derxistina nearamî û enewlehiyê wan teqînan dikin, ji bo xelkê Efrînê neçar bibe ji cih û malên xwe derkevin û koçber bibin.

 

S. B

Wêneyê Peywendîdar
Nûçe Peywendîdar
24 Demjimêr Berê
01 Rê ya M4 di navbera Heseke û Helebê de hat vekirin
02 Di Astanayê de, pirojeyên Rêveberîya Xweser hatin redkirin
03 Civîna Civata Wezîran destpêkir
04 Li Qamişlo.. Sûriye rê li ber hêzên Emrîkayê girt
05 Tirkiye destberdarê S-400 nabe
06 Tirkiye lêkolînê dike derbarê derkirina Emerîkîyan ji bingeha Ençerlîk
Heftiya Borî
01 Rê ya M4 di navbera Heseke û Helebê de hat vekirin
02 Di Astanayê de, pirojeyên Rêveberîya Xweser hatin redkirin
03 Civîna Civata Wezîran destpêkir
04 Li Qamişlo.. Sûriye rê li ber hêzên Emrîkayê girt
05 Tirkiye destberdarê S-400 nabe
06 Tirkiye lêkolînê dike derbarê derkirina Emerîkîyan ji bingeha Ençerlîk
Meha Borî
01 Rê ya M4 di navbera Heseke û Helebê de hat vekirin
02 Di Astanayê de, pirojeyên Rêveberîya Xweser hatin redkirin
03 Civîna Civata Wezîran destpêkir
04 Li Qamişlo.. Sûriye rê li ber hêzên Emrîkayê girt
05 Tirkiye destberdarê S-400 nabe
06 Tirkiye lêkolînê dike derbarê derkirina Emerîkîyan ji bingeha Ençerlîk
Herî li pêş
    Gotar
    Çend têbîniyên ji hestyariyê dûr, derbarê seredana Serokwezîrê Kurdistanê bo Tirkiye
    Serdana rêzdar Masrûr Barzanî li nav Kurdan bi balkêşî hat şopandin. Di van serdanan de nîşanên dîtinî (visiuel) ji bo „cadê“ girîng e...
    Çend têbîniyên ji hestyariyê dûr, derbarê seredana Serokwezîrê Kurdistanê bo Tirkiye
    Bayram Ayaz
    Li Efrînê Hovbarîn e?!
    Mihemed Hesko:
    Li Efrînê Hovbarîn e?!
    Hewlêr û seredana Cîgirê Serokê Amerîka
    Mihemed Amir Dêrşewî:
    Hewlêr û seredana Cîgirê Serokê Amerîka
    Muxalefeta ne muxalefet a Tirkiye û Pirsa Kurd
    Cemal Batun:
    Muxalefeta ne muxalefet a Tirkiye û Pirsa Kurd
    Ji bo çareserîya pirsgirêkan divê  em xwe ji rêbazên aştîyane, sîyasî, demokratîk  û sivîl dûr nexin
    Mustefa Ozçelîk:
    Ji bo çareserîya pirsgirêkan divê em xwe ji rêbazên aştîyane, sîyasî,...
    • Nûçe
    • Kurdistan
    • Iraq
    • Tirkiyê
    • Îran
    • Sûriyê
    • Rojhilata Navîn
    • Cîhan
    • Baş
    • Aborî
    • Werziş
    • Çand
    • Magazîn
    • Hevpeyvîn
    • Gotar
    • Xizmet
    • Frequency
    • Zindî
    • Appên
    • RSS
    © Copyright 2019 Kurdistan 24 – All rights reserved

    Nexşeya Malperê | Siyaseta Parastina Nehêniyan | Derbarê me | Pêwendi  |  Derfatên kar


    Nexşe danin û Pêk anin: AwroSoft (AP.)