Qada sîyasetê bo HDPyê teng dibe

Piştî ku bo 4 şaredariyên din ên HDPê qeyum hat tayînkirin, êdî HDP amaje dike, ku bo wan qada siyaset û rêveberiyê hatiye girtin û dengdêrên HDPê, ji HDPê xwestin e ji Parlementoyê vekişin. Rayedarên HDPê dibêjin, bi pergala Serokomariyê, Parlemento hat bêbandorkirin û bi tayînkirina qeyuman jî, rêveberiyên herêmî tên bêbandor kirin. Serokê Baroya Diyarbekir jî bang dike, ku bila şaredarên HDPê, dest jikar vekêşin.

K24- Amed

Wezareta Navnxweyî ya Tirkiyeyê ragihand ku bo şaredariyên Yenîşehîr û Hezroya Diyarbekir, Hezexa Şirnexê û Perî ya Dêrsimê qeyuma hatine tayînkirin. Bi vê yekê ji 31ê adarê ve hijmara qeyumên ser şaredariyên HDPê hatine tayînkirin gihîşt 20an. Rayedarên HDPê hember tayînkirina qeyuman amaje dikin ku qeyum tê wateya têkçûna demokrasiye û divê hemu hêzên demokratîk bertek nîşan bidin. Hevseroka HDPê ya Şaxa Diyarbekir Hulya Alokmen dibêje tayînkirina qeyuman bo hemu şaredariyên derveyî desthilâtê gef e.

Hulya Alokmen, hevseroka HDPê ya Şaxa Diyarbekir dibêje:"Ne tenê ji bo şaredariyên HDP, ji bo hemu welat qeyum hatiye tayînkirin. Dema ku ji bo Mêrdîn, Diyarbekir û Wanê qeyum hat tayînkirin ev yek di heman demê de bo şaredariyên Stenbol û Îzmîrê jî dibe gef."

Li aliyekê pergala Serokomariyê û li aliyekê tayînkirina qeyuman, ji aliyê hiquqnasan ve wek serdema nû ya Tirkiyeyê ya tengkirina qada siyaset û xwerêvebirinê tê pênasekirin. Serokê Baroya Diyarbekir Cîhan Aydin jî bang dike ku hemu hêmanên nîşaneya demokrasiyên ne her ku diçe li Tirkiyeyê lawaz dibin û mana ser şaredariyan êdî bê wate ye.

Cîhan Aydin, hiquqnas, got:"Bi awayeke giştî Serokên Şaredariyan û endamên meclîsên şaredariyan îstîfa bikin dê gaveke rast be. Ji ber ku êdî diyar e dê heta dawiya vê salê şaredarî di destên HDPê de nemînin. Divê bertekek ciddî ya bêîtaatiya sivîl were nişandan. Ji ber ku bo Kurdan qada siyasete û qada xwerêvebirinê ji holê tê rakirin."

Rayedarên HDPê didin zanîn ku di demên dawîn de bi teybetî piştî ji nu ve tayînkirina qeyuman qeyuman tabana wan ango dengdêrên HDPê ji wan dixwazin ku xwe ji parlementoyê vekişin. Rayedarên HDPê jî dê daxwaza dengdêrên xwe di navenda HDPê de bi awayeke êdî nîqaş bike.