Parêzgeha Besra sikalayê dijî hikumeta Fedral tomar dike

Bi sedema guhnedane daxwazîya wan bo bi herêmkirina Besrayê, Civata Parêzgeha Besrayê, sikalayeke yasayî dijî hikumeta fedral tomar kir.

K24- Hewlêr

Bi sedema guhnedane daxwazîya wan bo bi herêmkirina Besrayê, Civata Parêzgeha Besrayê, sikalayeke yasayî dijî hikumeta fedral tomar kir.

Kerîm Şewak, endamê Civata parêzgeha Besre di hevpeyvînekê de bo Mêdîyayên Îraqî ragehand: Civta Parêzgeha Besrayê, sikalayeke yasayî li ser hikumeta Fedral tomar dike, bi sedema wê yekê ku tevaya nivîsarên ku daxwaza bi herêmbûna Besrayê dikin piştgtuh kirîne û bersiv nedane.

Ew endamê parêzgeha Besrayê jî amaje bi wê yekê jî kirîye ku berê çendîn nivîsar arasteyî hikumeta berê û niha kirîne bo bi herêmkirina Besrayê, lê  tavaya wan nehatine bersivdan û hatîne piştguhkirin, lewma jî evê care dê pena xwe bo yasayê dibîn.