Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê: Buxtanên medyaya PKKê pûç û derew in

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tometa çend medyayên ser bi PKKê û nevxwe ya Herêma Kurdistanê yên dibêjin têkiliya dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê di kuştina serkirdayekî PKKê red dike û wan bi derewîn û pûç binav dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê tometa çend medyayên ser bi PKKê û nevxwe ya Herêma Kurdistanê yên dibêjin têkiliya dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê di kuştina serkirdayekî PKKê red dike û wan bi derewîn û pûç binav dike.

Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kir: “Di çend rojên bûrî de medyaya nêzîkî PKKê dezgehên ewlehiyê yên Herêma Kurdistanê tometbar dikin, ku destê wan di kuştina serkirdeyekî wan de heye. Mixabin çend dezgehên ragihandinê yên navxwe jî ji bo sûda siyasî girîngiyê didin van tometên bêbingeh.”

Di daxuyaniyê de hat jî: “Em di Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê de van tometan red dikin. Ji bilî wê jî, ev hewla medyayî ya reş nikare wan rastiyan veşêre, ku hebûna PKKê bi vî awayê niha li hin navçeyên Herêma Kurdistanê, sedemeke sereke ye bo anîna şer û nearamiyê ji Herêma Kurdistanê re. Mixabin çekdarên PKKê xwe xistina nava gundiyan û bi wê sedemê jî welatiyên me yên sivîl bûne qurbaniya şerê PKK û Tirkiyê.”

Di beşeke din a daxuyaniyê de hatiye: “Ji vir de careke din tekez dikin ku koma sîstema îdarî ya Herêmê ku di ber parastina ewlehiya welatiyan de berpirs e, li dijî vê siyaseta PKKê ye û xwazyar in ew pirsgirêkên xwe bibin meydana xwe ya rasteqîne û diyar dikin ku Kurdisaneke azad pêwîstiya wê bi azadkirinê nîn e.

Di dawiya daxuyaniyê de Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê dibêje: “Divê her aliyek rêzê li serweriya Herêmê û dezgehên wê yên rewa bigire û berjewendiya welatiyên Herêmê li ber çav bigire. Di heman demê de jî xwazyar in hemû hêzên li navçê riyên aştiyene û guftûgoyê bigirine ber û dawî li xwînrijandinê bînin.”

 

S. B