PDK û YNK mîkanizmekê bo danana parêzgarê Kerkûkê dîyar dikin

K24- Hewlêr

Di kongireyeka rojnamevanî de Mehmûd Mehemed, gotebêjê Partîya Demukrtaîya Kurdistanê (PDK) naveroka kombûna evroya Mesrûr Barzanî, raspartî bo pêkanîna kabîneya nû ya hikumetê û endamê Mekteba Sîyasîya PDKyê aşkera kir û amaje bi wê yekê da ku PDK û YNK (Yekêtîya Nîştîmanîya Kurdistanê bo çareserkirina mijarên  xwe, ew mijar ji hev cûda kirine û mîkanizmek bo posta parêzgarê Kerkûkî dîyar kirine û ev mijar di destê serok Mesûd Barzanî û Kosret Resûl de dibe.

Mehmûd Mehemed, xuya jî kir, hemû mijar ji hev cudakirine û danana parêzgarê Kerkûkê peywendî bi pêkanîna hikumetê ve nîne, asayîkirina rewşa Kerkûkê û danana parêzgarekî bo wî bajêrî,  di dest serok Mesûd Barzanî û kak Kosret Resûl de dibe.

Gotebêjê PDKyê got: Di kombûna evero ya, Mesrûr Barzanî de li gel Mekteba Sîyasîya PDKyê gotûbêj li ser danûstandinan hatin kirin bo pêkanîna kabîneya nû ya hikuemta Herêma Kurdistanê û di çend rojên dahatî jî de Mesrûr Barzanî li gel YNK, Gorranê û alîyên din ên beşdar di hikumetê de kom dibe.

Got ûmêd dikîn di dema 10 rojan de kabîneya nû ya hikuemta Herêma Kurdistanê pêk bihê.