Kurdistan24 hûrkarîyên cîbicîkirina biryareke nû ya hikumeta Herêmê belav dike

Hikumeta Herêma Kurdistanê li gor yasayê biryar daye, her kes û kompanîayek xwe ji bacê vedize rê bi wan nahêt dan sefera derveyê welat bikin. Ev yek jî li gor hinke pêngavan dibe.

K24- Hewlêr

Hikumeta Herêma Kurdistanê li gor yasayê biryar daye, her kes û kompanîayek xwe ji bacê vedize rê bi wan nahêt dan sefera derveyê welat bikin. Ev yek jî li gor hinke pêngavan dibe.

Xwedîyê yek ji kompanîyayan evê biryarê bi giring dizane bo cudahî nekirinê di navbera kompanîyayan de, lê daxwaz ji hikumet herêmê jî dike pereyên kompanîyayan vegerîne ku di salên burî de bi egera kirîza darayîyê nekarîye vegerîne.

Cuda ji pirsa bacdanê, hikumeta Herêma Kurdistanê biryar daye, her kompanîyayekê karê wî kevtibe, xercîya 4 salan bi yek xerc bo dihêt hejmarkirin. Piştî wê pêdivîye kompanîya bihêt daxistin. Ev jî wek harîkarîyekê bo wan kompanîyayên ku di salên buhirî de bi egera kirîza darayî kar nekirine û salane qerên baca hikumetê li ser wan e.