“Îran dixwaze berhema serkeftina HSDê bibe”

Jêderekî ji nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekez kir, perçebûn di navbera çekdarên DAIŞê de li Baxozê heye û Îran bi hûrî çavdêriya encamên şerê Baxozê dike ji bo kontrola navçeyên rizgarkirî bike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Jêderekî ji nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) tekez kir, perçebûn di navbera çekdarên DAIŞê de li Baxozê heye û Îran bi hûrî çavdêriya encamên şerê Baxozê dike ji bo kontrola navçeyên rizgarkirî bike.

Li gor raporteke rojnameya “albayan” a Îmaratî, serkirdeyên DAIŞê yên Iraqî meydana şer bicih hîştin û hemû pereyên xwe veguhastin Iraqê, niha jî karîna bergîriyê ya DAIŞê daketiye û nikare rê li ber êrîşên HSDê bigire.

Jêderê rojnameya Îmaratî gotiye, niha germbûna şer û pevçûnan kêm bûne û DAIŞ ji encama lêdanên HSD û firokeyên Hevpeymaniya Nvadewletî ber bi dawiyê ve diçe û du rojên bê de serkeftina bi ser DAIŞê de tê ragihandin.

Ji aliyekî din ve, berpirsekî Encûmena Sivîl a Dêrazorê ji wê rojnameyê re ragihandiye, mîlîşyayên Îranî û di serê wê de Supaya Pasdarên Îranê çavdêriya encamên şerê di navbera HSD û DAIŞê de dikin û dixwazin çend gundên navçeyê yên ji DAIŞê rizgarkirî kontrol bikin.

Wî jêderî tekez kir, lê HSDê rê nade mîlîşyayên Îranî destê xwe dane ser gundên rizgarkirî, ji ber ku HSD bi tundî kontrola navçêyên ji destê DAIŞê tên rizgarkirin dike. Tekez kir jî, ti hevkariyeke ewlehî û leşkerî di navbera wan de nîn e.

Herwiha got, Amerîka bi hûrî û hestiyarî çavdêriya tevgera Îranê li bajarokê Bokemal a nêzîkî Baxozê dike û Hevpeymaniya Navdewletî jî ti asankariyekê ji bo tevgera mîlîşyayên Îranê li hember navçeyên di bin kontrola HSDê de nake.

 

S. B