Tirkiye hêzê li hember Girê Spî kom dike

Artêşa Tirkiyê karwanek din ya leşkerî şand ser sînorê Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Tirkiyê karwanek din ya leşkerî şand ser sînorê bajarokê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê.

Artêşa Tirkiyê, bi armanca zêdekirina hêzên xwe yên li ser sinorê Rojavayê Kurdistanê, ji duhî ve 2 karwanên leşkerî, şand ser sinorê Girê Spî ya Rojavayê Kurdistanê.

Karwana leşkerî ku ji 15 wesayitan pêk dihat, çek cebilxanên wek tank, top, mûşek û zirîpoşan li ser sînorê Girê Spî hat bicihkirin.

Serokomarê Tirkiyê dabû xuyakirin, piştî civînên sê rojan, bi Amerîkayê re rêkeftine ku derbarê herêma ewle û rojhilatê Feratê de gav were avêtin.

Ji aliyê xwe ve, Wezîrê Bergîriyê ya Amerîka Mark Esper jî berî çend rojan ragihandibû, çi operasyoneke leşkerî ya tekane ji aliyê Tirkiyê ve li bakurê Sûriyê bê kirin, Amerîka dê rêgiriyê lê bike.

 

S. B