Li Wanê dema qedexekirina çalakiyan careke din hate dirêjkirin
K24 – Navenda Nûçeyan
Li bajarê Wanê dema qedexekirina çalakî û xwenîşandanan careke din hate dirêjkirin.
Li Wanê 1023 roj in her cure xwenîşandan û çalakî qedexe ne û her 15 rojê carekê dema qedexeyê tê dirêjkirin.
Parêzgeriya Wanê li ser qedexekirina çalakiyan rijd e û careke din heta 15 rojan dema qedexeyê dirêj kir.
Parêzgeriya Wanê biryara xwe bi parastina aramiya civakê û ewlekariya mal û canê welatiyan ve girê dide.
Pêştir Parlementerê Wanê yê HDPê Murat Sarisaç nerazîbûn li dijî qedexeyê nîşan bû û gotibû, qedxeya li Wanê ne biryareke keyfî ya parêzgerî ye. Qedexe, siyasta Hikûmeta Tirkiyeyê ya li dijî Kurdan eşkere dike.
Baroya Wanê jî bi armanca hilweşandina biryara parêzgeriyê, heta niha 9 caran serî li Dadgeha Îdarî ya Wanê dane.
S. B